20:10 14 Kanûn 2017
Zindî
    Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Seroktiya Felah Mistefa bi nûnerên civaka navdewletî re civiya

    Hikûmeta Kurdistanê li ser biryarên Bexdayê bi nûnerên civaka navdewletî re civîya

    © Foto: Hikûmeta Herêma Kurdistanê (KRG)
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser biryarên hikûmeta Iraqê yên astengkirina ser balefiran bo balafirxaneyên Hewlêr-Silêmanyê û qada esmanî, bi nûnerên welatan û ajansên civaka navdewletî re civîya. Hikûmetê biryarên Bexdayê ne yasayî, li dijî destûra Iraqê û peymana Şîkagoyê nirxand û got, 'Em rê ji deshilata firokevaniya Iraqê re nagirin.'

    Bi beşdariya Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa, Wezîrê Veguhestinê û hin berpirsên din ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê digel konsul, nûnerên Neteweyên Yekbûyî (NY) û welatan û Ajansên Navnetewî roja Pêncşemê 5ê Cotmehê li Hewlêrê civînek hat lidarxistin.

    Di daxuyaniya piştî civînê de hat ragihandin, armanc û encama wê cvînê ew bû ku hikûmeta Herêma Kurdistanê helwesta xwe li beramberî biryarên hikûmeta Iraqa Federalî ragihîne.

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser daxistina balafiran bo balafirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê û esmanê herêmê li hember firokeyan, ji nûnerên welatên cîhanê û ajansên nêvdewletî re ragihand ku biryara Iraqê ne yasayî û destûrî ye û bi armanceke siyasî li dijî gelê Kurdistanê ye.

    ‘EM RÊ JI DESHILATA FIROKEVANIYA IRAQÊ RE NAGIRIN'

    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, "Eger Bexda bixwaze serpereşt û çavdêr di nav balafirxaneyên Hewlêr û Silêmanyê de hebin, ew daxwazî beriya niha hatiye cîbicîkirin û em rê ji berfirehbûna desthilata firokevaniya sivîl a Iraqê re nagirîn, lê pêwîst e ew yek li gor yasayê be."

    ‘BIRYARA BEXDAYÊ LI DIJÎ PEYMANA ŞÎKAGOYÊ YE'

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji civaka nêvdewletî daxwaz kir, "Rê nede Bexdayê ku bi hin biryara gelê kurdistanê siza bide û esmanê wê jî bigire, ji ber ku ew biryara Bexdayê hevdije ligel rêkeftina Şîkago ya taybet bi firokevaniya li cîhanê."

    ‘HIKÛMETA HERÊMÊ JI GOTÛBÊJAN RE AMADE YE'

    Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin, "Dubare bo çareserkirina tev pirsgirêkan, bi taybetî pirsa firokexane û girtina esmanê herêma Kurdistanê, hikûmeta herêmê tekez e ser gotûbêjan bike ku rêya tev çareseriya be."

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Derve yê Îranê diçe Herêma Kurdistanê
    Li Stenbolê ji bo Mam Celal merasîmek tê lidarxistin
    Li Amedê ji bo Mam Celal taziye tê danîn
    ‘DAIŞê 2 hemwelatiyên Rûsî îdam kir’
    Ji bo Leyla Zana heta 15 salan ceza xwestin
    Endamê Kongreya Amerîka: Dibe ku helwesta bo Kurdistanê biguhere
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de