10:19 13 Kanûn 2017
Zindî
    Ala Amerîkayê Capitol Hill li Washington

    Endamê Kongreya Amerîka: Dibe ku helwesta bo Kurdistanê biguhere

    © AP Photo/ Susan Walsh, File
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Hat zanîn ku çend endamên kongreya Amerîkayê hewildanên xwe yên ji bo piştgiriya encamdana referandûma serxwebûna Kurdistanê berdewam dikin ku hem Komarî hem jî Demokrat dibêjin, mafê Kurdan heye serbixwe bibin.

    Beriya niha Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson ragihandibû ku ew referandûmê û encamên wê nas nakin, lê endamên kongereya Amerîkayê didin xuyakirin ku çav li rê ye helwesta Amerîkayê were guhertin û Tillerson li rojên bê daxuyaniyeke din li ser Herêma Kurdistanê bide.

    Li gor nûçeya Rûdawê endamê Kongresê Steve King ku piştgirîyê dide hewildanên serxwebûna Başûrê Kurdistanê dibêje, "Bi ti awayî, nabe bi ser gelekî ku dixwazin azad bibin dorpêç were kirin. Di nav Kongresê de hewldanên berdewam hene ji bo guherandina nêrîna îdareya Amerîkayê ya li ser referandûmê."

    'AMERÎKA LI SER BIKARANÎNA HÊZÊ BÊDENG NAMÎNE'

    King, welatên Iraq, Tirkiye û Îranê hişyar dike ku di îhtîmala bikaranîna hêzê li dijî Herêma Kurdistanê de Amerîka dê bêdeng nemîne.

    Steve King herwiha nîgeranîya xwe ya li ser helwesta Wezareta Derve ya Amerîkayê anî ziman û got: "Ew hejmara ku min dît ji sedî 92yê Kurdan deng dane ji bo dewleteke serbixwe, bi baweriya min baştirîn derfet bû ji bo hikûmeta Amerîkayê û Wezareta Derve. Herî kêm piştgiriyek li xelkê azad bikin ji bo diyarkirina mafê çarenûsa xwe. Ez nîgeran im ku ev ji aliyê Wezareta Derve ve diqewime. Hêvîdar im çavekê li vê jî bidin. Hewldanên Steve King û endamên din ên Kongresê ji bo guherandina helwesta rêveberiya welatê xwe berdewam e."

    'DÊ TILLERSON DAXUYANIYEKÊ BIDE'

    King eşkere kir, wî di çend rojên debasbûyî de çendîn car pêwendî bi Wezareta Derve kiriye û biryar e di çend rojên pêş de Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson li ser referandûma Herêma Kurdistanê daxuyaniyek bide.

     

    Bi heman mijarî:

    Ji bo Leyla Zana heta 15 salan ceza xwestin
    ‘Amerîkî li Sûriyê ‘bi piştevaniya terorê’ alozîyê çêdikin’
    Li Japonyayê ewreke ecêb ku dişibe maran xuyabû
    Nivîskara ereb nivîsî bê Barzanî çima û çawa referandûm bi paş de nexist
    Tirkiye hejmarek zêde tank şandin ser sînorê Kurdistanê
    Lavrov: Pûtîn û Qralê Siûdî li ser mijara Sûriyeyê li hev kirin
    Qiralê Erebistana Siûdî derbarê Iraq, Sûriye û Filistînê de axivî
    Lêgerina aşiqekî wenda: Aşiq Zulfi Yoldaş
    Li Urmiyeyê 2 teqîn çêbûn
    Etîketan:
    Kurdistan, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de