06:28 13 Kanûn 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Nivîskara ereb nivîsî bê Barzanî çima û çawa referandûm bi paş de nexist

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)
    0 20

    Rojnameya El Şerq El Ewsetê nivîseke Huda El Huseyiniyê weşand ku tê de behsa sedema ku kurdan û Serokê Herêma Kurdistanê referandûm pêk anî dike.

    Nivîskara ereb behsa rayedarekî amerîkî û diyaloga wî ya Barzanî dike û wiha dibêje:

    "HIKÛMETA IRAQê Û HEŞDÎ ŞEIBÎ DÊ BERÊ XWE BIDIN ME"

    Rayedarekî amerîkî ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî  pirsî; Çima referandûmê niha dikî? Te çima hemû nerînên bipaşdexistina wî red  kirin? Barzanî got; Hikûmeta Bexdayê dest pê kiriye çekên giran û yên bipêşdeketî ji Bexdayê wedigire ku balafirên şerî di nav de ne. Anku piştî çend salan dê hevsengî ber bi aliyê Artêşa Iraqê ve biçe. Dûre ji yê amerîkî re behsa tiştê wî nîgeran dike û pêşbîniya wî dike kir. Ew jî ku 'şîe bi piştgiriya Îranê bi ser ketin. suniyên Iraqê têk çûn. Bajarên wan ên wek Mûsil, Enbar ji binî ve xera bûn û DAIŞ têk çû. (Heşdî Şeibî) ya şîî derket. Bi hesabekî biçûk ti kes li himberî Hikûmeta Iraqê, Heşdî Şeibî û Artêşa wan çekdar namîne û dê berê xwe bidin me daku me ji nav bibin. Lewra pêwîst e ku zû tevbigerin û referandûmê bo serxwebûnê bikin."

    "KURD WIHA LI REFERANDÛMÊ DINERIN WEK KU JIYAN Û PAŞEROJA WAN BE"

    "Herwiha Huseyiniyê destnîşan dike ku Barzanî hemû soz û pabendiyên ji aliyê Iraqê ve red kirin ji ber baweriya wî bi Bexdayê nayê û wiha pê de çû: "Garantiyên Amerîkî şeva referandûmê hatin ku kurd û iraqî li ser maseya gotûbêjan bê şert û merc rûnên û hemû mijarên têkilîdarî kurdan û iraqiyan bên axiftin, serxwebûn jî tê de. Amerîkiyan pêşniyar kir ku bi nivîskî pabendiyê bi vê pêşniyarê û encamên gotûbêjan bikin. Serokwezîrê iraqî Heyder Ebadî jî got, dê rêzê li daxwaza kurdan re bigire. Lê gava ev pêşniyar gihişt ser maseya Mesûd(Barzanî). Bersiva wî:Civîn êdî dereneg e. Pêşniyara amerîkî bi garantoriyeke nivîskî pêşniyara bipaşdexistina referandûmê dikir lê Barzanî ji mêvanê xwe re got; 'min tevahiya kolana kurdî amade kiriye. Wiha li referandûmê dinere wek ku jiyana wî û siberoja wî ye. Ez nikarim jê re bibêjim, ez ê referandûmê bi paş de bixin û eger ez bikim, diveherim giraveke bo surgina xwe lê bijîm ji ber dê baweriya gelê min qet bi min neyê'."

    KÎ DIKARE 50 MILYON MIROV SIZA BIKE?

    "Piştî referandûmê kurdan ji dewletên cîran ji bilî gefan ti tişt nebihîstiye û hemû jî ji bo razîkirina hikûmeta Bexdayê ye lê gelo kî dikare 5 milyon mirovî siza bike?" Nivîskara ereb bi vê pirsê nivîsa xwe dewam dike û wiha dibêje:

    "EBADÎ BI KONFEDERASYONÊ RAZÎ BÛYE"

    Li vê derê rola Qiraliyeta Erebistana Siûdî ya Erebî tê ku têkiliyên wê bi Bexda û Heyder Ebadî û Herêma Kurdistanê re xweş in. Ew tekane dewlet e ku dikare bangî herdû serokan bike ku di bin çavdêriya wê de gotûbêjan bikin. Tê gotin ku Ebadî êdî Iraqeke konfederal qebûl dike û divê li ser wê mijarê were teşwîqkirin. Ji ber ev pergal zemînekê û mafan dide erebên sunî li Iraqa erebî û bandora îranî gelekî kêm dike. Nexasim ku Iraqeke konfederal ku cîranên wê kurdên sunî bin. Dê girseyeke girêdayî û paralel ji erda şîî re çêke û dê rê veke ku petrol ji bakurê Iraqê anku erda sunî re bê belakirin û bigihîje heta Urdunê û dê bikare berfirehbûna bejahî ya Îranê ber Iraq, Sûriye û heta Libnanê ve bibire."

    "BÊ PIŞTGIRIYA ÎRANÊ, IRAQ NIKARE XWE LI BER PÊŞMERGEYAN BIGIRE"

    Derbarê gefên Îran, Tirkiye û Iraqê ku dê operasyonên leşkerî li dijî Herema Kurdistanê de bikin, Huseyiniyê wiha dibêje: Nêzîkatiya van hersê welatan ne xurt e û  çi ihtimala pêngaveke leşkerî çi yek alî ji sêalî (li dijî herêma Kurdistanê) dê encamên xeter bi xwe re bîne û xetera herî mezin a operasyonê leşkerî ya van dewletan ew e ku hêzên pêşmerge dê neçar bimînin ku bala xwe ji DAIŞê bibin û li dijî van êrîşkarên nû şer bikin. Ev jî dê rê li ber şervanên DAIŞê yên têkçûyî veke ku ji nû ve li xwe vegerin. Ne Rûsya û ne DYA dixwazin ku ev tişt çêbibe. Herwiha Bexda û li gel zimanê wê yê tund jî, xwedan hikûmeteke qels e û di şerê li dijî DAIŞê de qels e. Herwiha di çareserkirina dabeşbûna nava Iraqê de jî. Bê piştgiriyeke derveyî(îranî) Bexda nikare xwe li ber pêşmergeyan bigire."

    "TRIKIYE DESTWERDANEKE LEŞKERÎ NAKE"

    Derbarê gefên Erdoganî de jî, nivîskara ereb wiha dibêje: "Dibe Erdogan bêtir pereyan ji kurdan bistîne daku petrola xwe di nav xaka wan re bişînin an jî gefan li wan bixwe ku pereyên petrolê bide hikûmeta Bexdayê lê dê ti destwerdaneke leşkerî neke daku berjewndiyên Rûsyayê û yên pîşesazên tirk nexe xeterê."

    Mijar:
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)

    Bi heman mijarî:

    'Ez ne ligel serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê me'
    Dema hilbijartinên Kurdistanê diyar bû
    Ji Rûsyayê bo Herêma Kurdistanê daxuyaniyeke girîng
    Zanîngeha Ezherê daxuyaniyek ji bo referandûma Kurdistanê da
    Li Kurdistanê partiyeke nû hat avakirin
    Navê namzedê pêşîn yê ji bo serokatiya Herêma Kurdistanê eşkere bû
    Profesorê tirk: Krîza Tirkiye û Kurdistanê zêde devam nake
    Alimên Kurdistanê bersiveke tund da Ezherê
    Etîketan:
    Recep tayyip Erdogan, Heyder Ebadî, Mesûd Barzanî, Amerîka, Erebistana Siûdî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de