02:42 13 Kanûn 2017
Zindî
    Bajarê Kerkûkê bendewariya referandûma 25ê Îlonê ya Herêma Kurdistanê dike

    ‘Tiştên ku Ebadî dixwaze tenê zexteke siyasî ye'

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)
    0 0 0

    Perlemanterê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Tariq Gerdî ji Sputnikê re axivî û ragihand ku mafê tu desthilatiyên siyasî tune ye ku li Herêma Kurdistanê destkariyê di encamên refrandûmê de bike.

    Piştî encamdana refrandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê perleman û hikûmeta Iraqa Federal çendîn biryar li dijî Herêma Kurdistanê derxistin, herwiha ji bo destpêkirina danûstana jî digel herêmê çend mercî xistine pêşiya serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê. Lê heta niha derbarê hewldanên navdewletî û herêmî û hundirê Iraqê tu gotûbêj di navbera herdû aliyan de dest pê nekirîne. Derbarê biryar û şert û mercên hikûmet û perlemana Iraqê ya li dijî Herêma Kurdistanê Perlemanterê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Tariq Gerdî ji Sputnikê re axivî.

    ‘TIŞTÊN KU EBADÎ DIXWAZE, TENÊ ZEXTEKE SIYASÎ YE'

    Tariq Gerdî destnîşan kir ku, "Bi rastî ew yeka ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî amaje pê kiriye ku pêwîste encamên referandomê bên nirxandin, gotûbejkirin û muzakere bêne kirin. Herwiha çend şert û mercên din pêşdestkirina danûsitendina, ev tev ligel destûra bingehîn a Iraqê hev nagirin û di heman demê de ligel biryar û yasayên şerîyeta navdewletî jî hevnagirin û muxalfin ji ber ku referandom kar û tevgereke şerî û demokratîk e lewra qet hevdijiyek ligel yasa û destûra Iraqê nîne. Lê ya ku Ebadî dixwaze û divê encam bide tenê zexteke siyasî ye li ser Herêma Kurdistanê. Referandom û encamê wê biryara hemû gelên Herêma Kurdistanê ye."

    Mijar:
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)

    Bi heman mijarî:

    Li Iraqê herêmeke din daxwaza referandûmê dike
    Amerîka: Divê gelê Kurdistanê xewna xwe ya azadiyê bi cih bîne
    Ebadî bangî Pêşmergeyan kir: Bi hêzên Iraqê re hevkariyê bikin
    Macron: Divê mafên kurdan werin qebûlkirin
    KCD, HDP, DBP û TJA ji bo Mam Celal şîn ragihand
    Etîketan:
    referandûm, Sputnik, Tariq Gerdî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de