14:00 19 Hezîran 2018
Herêma Kurdistanê - Parlamento - Mele Mistefa Barzanî

Ji Hewlêrê bo Bexdayê: Em amade ne

© Sputnik / Dmitry Vinogradov
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Berpirsê têkiliyên derve yên hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa di axaftina xwe de ragihand ku ji bo çareseriya pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê em amade ne.

Berpirsê têkiliyên derve yên hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa di axaftina xwe ya televîzyona K24ê de ji bo çareseriya pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê got: "Kurdistan amade ye bi hikûmeta navendî ya Bexdayê re diyalogê çêbike. Bihevrejiyan û veqetandin divê li ser daxwazê be."

Felah Mistefa di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hûn nikarin xelkekî perçe bikin, an jî bi zorê bi hev re bidin jiyandin. Ji bo vê xelkê Kurdistanê biryara xwe da. Em jî ji Kurdistanê peyama aştî û diyalogê didin. Ji bo em bi Bexdayê re dest bi tekiliyeke nû bikin amade ne diyalogê bikin."

Bi heman mijarî:

‘Dibe seferên balafiran bo Hewlêrê ji nû ve dest pê bikin'
‘Firînên Hewlêrê ji yên Bexdayê zêdetir in’
Goranê banga diyalogê di navbera Bexda û Hewlêrê de kir
Tirkiye: Em piştgiriyê didin guftûgoyên navbera Bexda û Hewlêrê
‘Biryara tecrîdkirina Hewlêrê li hemberî gelê kurd e'
Etîketan:
Berpirsê têkiliyên derve yên hikûmeta Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de