09:30 25 Hezîran 2018
Hewlêr

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî li Hewlêre got: Em qebûl nakin ji derve mudaxele were kirin

© Sputnik / Hikmet Durgun
Kurdistan
Lînkê kurt
0 30

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Iraqê Jan Kubis di hevdîtina xwe ya Barzanî de got: "Em qebûl nakin ji derve mudaxele were kirin."

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Iraqê Jan Kubis li Hewlêrê ji aliyê Şêwirmendê Konseya Ewlehî ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Jan Kubis di hevdîtinê de got: " Em qebûl nakin ji derve mudaxeleya pirsgirêka navbera Hewlêr û Bexdayê were kirin. Ji bo çareseriya pirsgirêkan divê herdu alî jî hewla diyalogê bikin."

Kubis di berdewamiya axaftina xwe de got: "Neteweyên Yekbûyî hewl dide ku pirsgirêkên navbera hikûmeta navendî û revebiriya Kurdistanê çareser bike û ji bo vê bingeheke ava bike."

Bi heman mijarî:

Mesûd Barzanî û Nûnerê NY Jan Kubis li hev civiyan
Serkirdatiya Siyasiya Kurdistan-Iraqê 7 xalên piştî qonaxa referandûmê ragihand
'Çûnûhatina bazirganî di navbera Kurdistan û Bexdayê de dîsa dest pê kir'
Kurdistan: Em amade ne li ser bingehê destpêşxeriya Sîstanî diyalogê bikin
'Nabe Kurdistan wekî Xezze û Qeterê were dorpêçkirin'
Etîketan:
Şêwirmendê Konseya Ewlehî ya Kurdistanê, Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Iraqê, Jan Kubis, Mesrûr Barzanî, Hewlêr, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de