22:33 18 Hezîran 2018
Ala Japonyayê

Ji Japonyayê daxuyaniya referandûma serxwebûna Kurdistanê

© Flickr / inu-photo
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Balyozê Japonyayê yê li Bexdayê Fumio Iwai piştî 10 rojan nêrîna welatê xwe ya derheqê referandûma serxwebûna Kurdistanê de eşkere kir.

Li gorî zanyariyên berdest ku ji medyaya Iraqê hatine wergirtin, Balyozê Japonyayê yê li Bexdayê Fumio Iwai gotiye Japonya daxwaza destpêkirina guftûgoyên cidî û çareserkirina pirsgirêkan di navbera hikûmeta Bexda û hikûmeta Kurdistanê dike.

Balyozê japonî derheqê piştgiriya referandûma serxwebûnê an jî dijderketina wê ti daxuyaniyek nedaye, tenê gotiye Iraq di qonaxeke yelalker de ye û gelek asteng li pêşiya wê ne.

Hêjayî gotinê ye ku roja 25ê Îlona borî li Herêma Kurdistanê referandûma serxwebûnê hatibû lidarxistin û ji zêdetirî ji sedî 92 deng wergirtibûn.

Bi heman mijarî:

Koreya Bakur moşekeke din bi ser Japonyayê ve pekand
Koreya bakur cara yekem moşek li dijî Japonyayê ceriband
Moşeka ku Koreya Bakur pekand bi ser Japonyayê ve derbas bû
Japonyayê bi fermî parlamentera kurd vexwende Tokyoyê
Koreya Bakur moşeka balîstîk ber bi Deryaya Japonyayê ve pekand
Koreya Bakur gef li Japonyayê xwar: Beriya Amerîkayê em ê we tune bikin
Etîketan:
Referandûma serxwebûna Kurdistanê, Balyozê Japonyayê yê li Bexdayê, Fumio Iwai, Iraq, Kurdistan, Japonya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de