22:35 18 Hezîran 2018
Gorên Komî yên Êzidîyan li Şingalê

Hejmara gorên komî yên Êzidiyan gihîşt 39an: Tîmeke pispor li ser dixebite

© AFP 2018 / SAFIN HAMEED
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Piştî ku li herêma Nînowayê ya Herêma Kurdistanê di 30yê Îlonê de goreke din a komî ya Êzidîyan hat dîtin, hejmara gorên komî yên Êzidîyan gihîşt 39an. Hat ragihandin ku tîmeke pispor a ji aliyê Dadgeha Cezayê ya Navdewletî ve hatiye perwerdekirin li ser gorên komî dixebite.

Berpirsê ofîsa revandî û karesata dijî Êzidîyan li Duhokê Aydan Qaloyî û rêveberê wê nivîsgeha ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye damezirandin Huseyîn Qaîdî, ji Spûtnîkê re derbarê gorên komî yên Êzidîyan de ku hatine dîtin agahî dan.

HERÎ DAWÎ TERMÊN 10 ÊZIDÎYAN HATIN DÎTIN

Qaloyî bal kişand ser ku piraniya gorên komî li Şingalê hatine dîtin ku terorîstên DAIŞê mêrên Êzidîyan kuştibûn û avêtibûn wan goran.
Qaloyî diyar kir, beşeke mezin a gorên komî ji dema dagirkirina Şingalê li Tebaxa 2014an ji aliyê DAIŞê ve mane ku 30yê Îlonê jî li gundê Tel-Qesb ê başûrê rojihalatê Şingalê di goreke komî de 10 termên Êzidîyan hatine dîtin.

‘HETA NIHA 39 GORÊN KOMÎ HATINE DÎTIN'

Berpirsê ofîsê got, "Me karî nasnameyên wan tesbît bikin. Hemû qurbanî endamên eşîra el-Kurkurka ya Êzidî bûn. Niha pispor li cihê tawanê terman derdixin. Heta niha 39 gorên komî yên wekî vê hatine dîtin."
Qaloyê destnîşan kir ku tîma li ser gorên komî dixebite, tîmeke taybet e û ji aliyê Dadgeha Cezayê ya Navdewletî ve hatiye perwerdekirin.

‘3 HEZAR 140 JIN Û ZAROKÊN ÊZIDÎ HATIN RIZGARKIRIN'

Hûseyîn Qayîdî jî li ser ofîsa revandîyên Êzidîyan got, "Em bi rizgarkirina revandiyên Êzidî yên li Iraq û Sûriyê re mijuliyê dikin. Ji sala 2014an ve heta niha, me 3 hezar û 140 jin û zarokên Êzidî ji destê DAIŞê rizgar kirin."

Bi heman mijarî:

Êrîşî qereqolê kirin: 22 kuştî
El Hekîm: Şerê dijî Kurdan heram e, divê hemû mafên wan bên parastin
Cenazeyê Mam Celal yekser diçe Silêmaniyê û li Dabeşan tê definkirin
‘DAIŞê ji herêma leşkerên Amerîkî êrîş kir’
Malikî bi kurdên feylî re civiya û daxwazek ji wan kir
Gelo dibe ku şer di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de derkeve?
Pûtîn bi pêkenokeke di derbarê Artêşa Îsralî bersiva pêşkeşvan da
Bankaya navendî ya Iraqê mueyideyên xwe li ser Kurdistanê sist kirin
Pûtîn: Newekheviya teknolojîk ji bo sektora enerjî ya cîhanê metirsî ye
Etîketan:
Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de