09:59 24 Nîsan 2018
    Celal Talabanî

    Mam Celal jiyana xwe ji dest da

    © AP Photo / Henny Ray Abrams
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 21

    Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî li Almanyayê çû ser dilovaniya xwe.

    Celal Talebanî ji ber rewşa tenduristiya xwe di 11ê Îlona 2017an de bo tedawî bibîne çûbû Almanyayê.

    Berdevkê Fermî yê YNKê Sedî Ehmed Pîre mirina Mam Celal piştrast kir.

    Ofîsa Qubad Talebanî ji Sputnikê re mirina Telabanî piştras kir û eşkere kir ku bo merasîmek mezin were lidarxistin dê cenazeya Mam Celal bînin Kurdistanê. Lê dema anîtina cenazeyê nehat diyarkirin.

    TALEBANÎ KÎ YE

    Celal Talebanî di sala 1933yan de li gundê Kilkanê yê girêdayî Dokana Herêma Kurdistanê ji dayik bû. Talabaniyê ku di nava kurdan de bi navê ‘Mam Celal' navdar bû, xwendina xwe ya seretayî li Koysinceqê û ya bilind jî li Hewlêr û Kerkûkê xwend.

    Talabanî di destpêka salên 1950an de wekî serok û endamê damezirîner yê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê dest bi jiyana xwe ya siyasî kir.

    Talabaniyê ku di sala 1951an de bû endamê Lijneya Navenda PDKê, di sala 1953yan de li Zanîngeha Bexdayê dest bi xwendina hiqûqê kir. Mam Celal di sala 1961an de beşdarî raperîna li dijî Ebdulkerîm Qasim bû û di sala 1963yan de di hevdîtinên ligel hikûmeta Abdulselam Arif de wekî serokê delegasyona kurdan cih girt.

    Ji ber cudabûna fikrî ya di navbera wî û Mele Mistefa Barzanî de, ew ji PDKê cuda bû û Partiya Şoreşgerî ya Kurdistanê damezirand. Di sala 1970yan de piştî peymana 11ê Adarê ya di navbera Mele Mistefa Barzanî û rêveberiya hikûmeta Iraqê de dîsa li Mele Mistefa vegeriya lê piştî têkçûna wê peymanê, ango di sala 1975an de Mam Celal ligel kesên wekî Newşîrwan Mistefa Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ava kir.Herçiqas di sala 1992yan de di navbera PDK û YNKê rêveberiyeke hevpar hat damezirandin jî, aloziya di navbera herdu partiyan de di sala 1994an de veguherî şerekî navxweyî. Piştî gelek civînan di sala 1998an de li Amerîkayê di navbera herdu partiyan de peymanek hat îmzekirin.

    Di sala 2007an de Tirkiyeyê ji Herêma Kurdistanê xwest ku rêveberên PKKê radest bikin lê Talabanî û Barzanî civîneke hevpar ya çapemeniyê saz kir û Talabanî di wê civînê de ev gotina xwe ya dîrokî got, "Daxwaza Tirkiye ya radestkirina rêveberên PKKê xeyalek e ku wê pêk neyê. Em ti Kurdekî radestî Tirkiyeyê nakin, heta em pisikekê jî radestî Tirkiyeyê nakin."

    Celal Talabanî bi 4 zimanan, Kurdî (Kurmancî û Soranî), Erebî, Farisî û Îngilizî dizanîbû. Talabanî di 6ê Nîsana 2005an de bû Serokomarê Iraqê.

    Talabaniyê ku cara pêşîn di sala 20ê Rêbendana 2012an de ji bo tedawîbûnê çû Elmanyayê, bi Hêro Îbrahîm Ehmed, keça nivîskarê navdar yê kurd, Îbrahîm Ehmed re zewicî ye.

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de