01:39 23 Hezîran 2018
Pêşmergeyên PAKê

Pêşmergeyên Jin: DAIŞ nikare şerê me bike her têk diçe

© Sputnik / Hikmet Durgun
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Li çolterên bajarê Kerkûkê a bi ser Herêma Kurdistanê ve pêşmergeyên Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) ku ji aliyê Kurdên Îranê ve hatiye damezrandin li hember DAIŞ ê têdikoşin û dibêjin ku; "em têkoşîneke karîger dimeşînin, em wendahiyên giran didin DAÎŞê û ew rêxistin nikare bi me re şer bike."

Hikmet Durgun

Li bakurê rojhilatê Kerkûkê em bi pêşmergeyên jin yên PAK ê ku li hember DAIŞê têdikoşin re axifîn. Pêşmergeyên jin yên PAK ê ku ji Îranê ne û ev sê sal in li çolterên Musil, Başîka, Şengal û Kerkûkê li hember DAIŞê têdikoşin. Gelek jin ên pêşmerge ku me li eniyê dît, hê gênc in û ev çend saleke ku pêşmerge ne. Pêşmergeyên jin ku di şerê DAIŞê de wendahiyên wan jî çêbûnê, bi pêşmergeyên mêr re li eniyên herî pêş şer dikin. Çekên bi sedan pêşmergeyên jin yên PAK ê ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê dayîn. Ji hêzên koalîsyona di jê rserweriya Yekîtiya Dewletên Emerîka (YDA) yê tu alîkariyeke leşkerî nestendine lê di têkoşîna bi DAIŞê re, alîkariya hêzên hewayî stendine.

Pêşmergeyên jin li eniyê ji Spûtnikê re axifîn. Hebas Xelat a ku yek ji pêşmergeyên jin a PAK ê yeweha dibêje; "Ji Kurdên Rojhilat im. DAIŞ kurdan û hemû mirovan qetil dike. Ji bo li hember DAIŞê şer bikim hatim ji Îranê hatime vir.ez hewl didim tola mirovên me hilînim. Ev du sal in pêşmerge me. Bîst salî me. Li Musil, Leveran, Fazilgan, Başika û gelek deveran li hembr DAIŞ ê min şer kir. Li eniyê pêşmergeyên jin li herî pêş şer dikin. Em ji DAIŞê natirsin DAIŞ ji me ditirse. Kazlova Reşo jî dibêje ji bo ez Kurdistanê biparêzim û li hember DAIŞ ê şer bikim bûme pêşmerge û weha berdewam dike. Ez ji bajarê Sine yê Rojhilat hatim vir. Niha li eniyê şer dikim. Ji bo ez jinan biparêzim li eniyê li herî pêş şer dikim. Dema DAIŞ hebe kes ne di ewlehiyê de ye, lewra rêxistineke terorî a navneteweyî ye. Em li hember terora DAIŞ ê têkoşîneke mezin li dar dixin. Wekî pêşmergeyên jin yên PAK ê heya dawî em ê li hember terora DAIŞ şer bikin. Niha li çoltera Kerkukê em şerê DAIŞ dikin. Berî niha jî li Hawîce, Şengal û Musilê li hember DAIŞ ê min şer kir. DAIŞ ditirse ku bi me re şer bike."

EM Ê KURDISTANÊ JI HEMÛ XETEREYAN BIPARÊZIN

Pêşmergeya bi navê Weran Hesniya jî tîne ziman ku ew ji bo tola Şengalê hilîne şer dike û weha pê de diçe. "DAIŞ ê berî bi 3 salan li Şengalê qetlîameke mezin pêkanîbû. Gelek tiştên xerab bi xwîşk û birayên me kiribûn. Ez jî ji bo ku tola jin û zarokên Şengalê hilînim bi DAIŞê re şer dikim. Me di vî şerî de serkeftin bi dest xistin. Em wekî pêşmergeyên jin bi azweriyeke mezin şer dikin. Di şer de me hişt ku DAIŞ wendahiyên giran bide. Me gelek milîtanên wan kuştin. Milîtanên DAIŞî ditirsin ku bi jinan re şer bikin, lewra dibên ku em ji aliyê jinan ve werin kuştin em dê neçin bihuştê. Em wekî pêşmergeyên jin heya terora DAIŞê biqede em ê şer bikin û em ê Kurdistanê ji hemû xetereyan biparêzin."

Bi heman mijarî:

Yezdanpena: Hêza DAIŞê, bi qasî hêza du dewletan e
Yezdanpena: Tenê kurd dikarin Îranê rawestînin
Yezdanpena: ‘Nêzî 100 kurdên ji Îranê di nava DAIŞê de hene'
Yezdanpena: Îran dixwaze kontrola Kerkûk û Mûsilê bi dest bixe
Etîketan:
DAIŞ, Pêşmergeyên Jin, PAK, Mûsil, Kerkûk, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de