22:52 12 Kanûn 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Ji Barzanî peyama piştî referandûmê: Em amade ne guftûgoyên cidî bikin

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 40

    Serokê Herêma Kurdistanê bi gotareke vîdyoyî spasî li xelkê Kurdistanê û saziyên ku referandûma serxwebûnê ya 25ê Îlonê birêve birine kir.

    Barzanî di gotara xwe ya spasiyê de bal kişand ser ku rêya dîyalogê piştî encamdana referandûmê vekiriye û got, "Em amade ne ligel Bexdayê û komelgeha navdewletî guftûgoyên cidî bikin."

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diyar kir ku Kurdistan derbasî qonaxeke din bû û ragihand, ew a ku di 25ê Îlonê de gelê Kurdistanê biryar li ser da, ku dengê Belê bû ji bo serxwebûnê, tawan nîne û ne li dijî destûra Iraqê û yasayên navdewletî ye.

    'MAFÊ ME YE EM BIRYARA XWE BIDIN'

    Barzanî got: "Di 25ê Îlonê de Kurdistan çûye nav qonaxeke nû û mafê me ye ku em biryara xwe bidin."

    Barzanî beşdarbûna gelê Kurdistanê bo referandûmê bilind nirxand û da zanîn, 'Gelê Kurd di referandûmê de roleke giring leyîstî ye.'

    Serokê Herêma Kurdistanê bal kişand ser ku piştî encamdana referandûmê, asoyekî geş li ber gelê Kurdistanê ye.

    Barzanî ji bo pîrozbahiyên piştî referandûmê jî daxwaz ji gelê Kurdistanê kir, teqe nekin û nebin sedema xwinrijandin û aloziyê.

    TEVAHIYA GOTARA SEROKÊ HERÊMA KURDISTANÊ MESÛD BARZANÎ YA PIŞTÎ REFERANDÛMÊ:

    Xûşk û birayan;

    Çi rojek ji vê rojê xweştir û mezintir û pîroztir e ku mirov serkevtina îradeya gelê xwe bo diyarkirina mafê çarenivîsa xwe bi azadî rabigihîne.

    Em minetbarê Xwedayê mezin in, ku ewqas derfet da me ku bi çavê xwe vê roja pîroz bibînin. Serkirdeyên me, bi hezaran xortên qehreman bi hesreta wê bûn ku vê rojê bibînin, lê belê di ber wê de şehîd bûn. Li vir em silavan dişînin bo giyanê wan û em soza wefadariyê ji wan re dubare dikin.

    Cemawerê serbilindê Kurdistanê

    We bi berxwedaniya xwe nehîşt ku îradeya we bişkê û niha jî piştî dengê we yê Belê ku belê bû ji bo serxwebûnê û nexêr bû bo endal û kîmyabaran û komkujiyeke din, qonaxeke din a hatiye pêş, ku guhertineke mezin e bo niha û paşeroja me û ev yek serkevtina hemû gelê Kurdistanê ye.

    Ewa ku gelê Kurdistanê di 25-09 de biryar li ser da, tawan nîne û li dijî ti belgenameyeke navdewletî nîne.

    Destûra Iraqê jî rê dide me ku bi zelalî dibêje: Pabendbûna bi vê destûrê yekgirtina dilxwazî ya Iraqê diparêze, gelek jî zelel e ku hikûmeta Bexdayê pabendî wê nebû.

    Piştî 2003ê li ser bingeha yekgirtina dilxwazî û hevbeşiyê em çûne Bexdayê û ev yek di destûra sala 2005ê de hat pesendkirin. Lê belê mixabin pabendî destûrê nebûn, wate madem ku hevbeşî nehat qebûlkirin û destûr were binpêkirin, mafê me ye ku em biryara xwe bidin û gelê Kurdistanê di 25ê-09-2-17ê de biryara xwe da û Kurdistan çû nava qonaxeke nû ya ciyawaz ji qonaxên pêştir.

    Bila ti kes gazindeyê li me neke, me hemû tiştek kir bo parastina pêkvejiyan û yekparçeyiya Iraqê, lê belê ku Bexdayê pêkvejiyan qebûl nekir û gelê Kurdistanê neçar kir, biryarekê bide ku pêwîst bû gelek ji mêj ve hatiba dan.

    Li vir ez bi derfet dizanim, ku peyameke taybet arasteyî hikûmeta Iraqê û welatên cîran û civaka navdewletî bikim:

    Biraderan li hikûmeta Iraqê

    Ez daxwaz li we dikim ku bi ciddî û li ser xwe nirxandinekê bo dîroka pêwendiyên xwe bikin, ku çi anîne serê me. Zêdebarî vê jî em hatin Bexdayê, lê belê gelo we weke pêwîst giringî da mafên bingehînên gelê me? Gelo we rûyekê xweş û geş nîşanî me da ku dilê me xweş be û em bi hêvî bin? Belê, di destpêkê de em rêkevtin li ser destûr û hevbeşiyê. Rola Kurdistanê di damezrandina Iraqeke nû gelek zşkere ye, lê belê we hemû rêkevtin û peyaman têk birin.

    Pwîstî bi hêrsbûnê û gefan nake û gazindeyê li xwe bikin. Hûn bûn ku we bi kiryar û siyaseta xwe ji me re got, em we naxwazin û we bi dengê bylind got, hevpeymaniya Kurd û Şîe nema.

    Rêz li îradeya gelê Kurdistanê bigirin, aya rewa ye ku dengê bi milyonan mirovan bi nerewa were zanîn? Ev nêrîn dûr e ji lojîk û hişmendiyê. Her gelek xwe rewatiyê dide biryara xwe ne xelkê din.

    Me dîrokeke dirêj bi hev re heye û me gelek bilindî û sernişîvî dîtine û karesatên mezin hatine serê me. Berdewambûna li ser ezmûneke şikestxwarî baş nîne û serkevtî jî nabe û en em û ne jî hûn asûde nabin. Li cihê gef û cezakirinê werin em bi dostane bikevin gotûbêjeke ciddî û demek pêwîst jî bidin diyalogê, daku em bibin du cîranên baş ên hevdu. Em di vê baweriyê de ne ku diyalog di hemû rewşekê de tekane rê ye bo gihîştina bi paşerojeke baştir bo he her du aliyan.

    Ev referanduma ku hatiye encamdan, ne bo ferzkirina defaktoyê ye û ne jî bo diyarkirina sînor e, lê belê bo wê bû ku gelê Kurdistanê bi şêweyekeê demokratîk û aştiyane nêrîna xwe drbarê çarenivîsa xwe de bîne ziman.

    Careke din ez daxwaz li we dikim ku werin em bi gotûbêjê çareseriya pirsgirêkan bikin. Ez daxwaz li birêz Heyder Ebadî û hemû hêz û aliyên iraqî dikim, ewên ku baweriya wan bi gotûbêjê hene, deriyên gotûbêjê negirin, çimku tenê diyalog û gotûbêj çareser e.

    Eger na her cezayeke li ser gelê Kurdistanê were danîn, ji xwe ji enfal û kîmyabaran û komkujî û nanbirînê bi bandortir nabe. Bila em îbretê li berê werbigirin, em di hemû rewşekê de tekezî li ser biratiya Kurd û Ereb û hemû pêkhateyan dikin û nakokiya siyasî li gel hikûmet bi ti şêweyekê nabe biratiya gelan têk bide.

    Derbarê welatên cîran de jî, em naxwazin bi ti şêweyekê ti girigitek were pêş. Baştir e ku ew alîkar bin û roleke erênî bo çareserkirina arîşeyan di navbera Hewlêr û Bexdayê de bibînin û guh bidin Herêmê. Ev rêya rast e ne gefkirin. Ew 25 sal in ku em selimandiye, em faktorê gefê nînin lê belê em faktorê ewlehiyê û îstiqrarê ne. Em hertim rola Îranê û Tirkiyê bilind dinirxînin di dema koça mezin a gelê Kurdistanê de û herwiha di kîmyabaran û enfala Kurdistanê de. Ez tekez dikim ku tenê ji hev têgihîştin û gotûbêj rêya rast e bo çareserkirina arîşeyan ne gefkirin û zimanê zivir. Herwiha em tekezî li ser berdewamiya pêwendiyên dostane yên navbera xwe û wan dikin.

    Em civaka navdewletî jî piştrast dikin, ku em ji niha ve bo çareserkirina pirsgirêkên li gel Bexdayê bo gotûbêjek ciddî amade ne û em tekez jî dikin, ku me bijardeya aştiyê li gel hemû aliyekê hilbijartiye. Em tekez dikin ku em weke beşeke bi bandor dimînin di nava Hevpeymaniya Navdewletî ya bo şerê li dijî terorê de û derbarê awareyan de jî ku niha li Herêma Kurdistanê ne, aware xûş û birayên me û Kurdistan mala wan e û ji her demê zêdetir parastî dibin, heta wê dema ku vedigerin bo deverên xwe.

    Bo me gelek seyr e ku gelek bi şêweyekê demokratîk û aştiyane nêrîna xwe bîne ziman û were cezakirin. Gelo bi cezakirinê padaşa qurbaniyên gelê Kurdistanê tê dayîn? Gelo ev yek rewa ye?

    Derbarê sîmayên dewleta Kurdistanê û sîstema siyasî, ev dimîne bo biryara gel, lê belê ya ku em bi baş dizanin, sîstemeke parlamenî û federalî û demokratîk û şaristanî (medenî) ye. Ev derfeteke bi nirx dibe, ji bo ku li ser bingeha baweriyê û mifawergirtin ji ezmûnên bihorî, desthilatdariyekê dirist bikin ku mînak be di dadmendî û yeksanî û şefafbûn û demokrasiyê de û cihê bawerî û razîbûna gelê me be. Mafên pêkhateyên netewî û olî tê werin liberçavgirtin û divê yeksaniya siyasî û medenî di navbera hemû hevwelatiyan de hebe. Belgenameya siyasî yak u Encumena Bilinda Referandumê pesend kir, dê bibe bingeha destûra me.

    Cemawerê berxwedêrê Kurdistanê

    Ez daxwaz li we dikim ku bi hemû pêkhateyên netewî û olî ve jî, îro ji her demê zêdetir yekgirtî bin û pêwîst e nakokî û rikeberiyan bidin aliyekê û em tev de rûpeleke nû vekin. Her çend renge hinek zehmetî bêne pêş, lê belê ez piştrastim ku asoyeke geş li pêş me ye. Ji hemûyê jî giringtir ev e."

    Bi heman mijarî:

    Parlamentarê Sûriyê referandûma serxwebûnê pîroz kir
    Ebadî 3 roj muhlet da Herêma Kurdistanê
    "Divê Îran bi hestiyarî tevnegere"
    PKK li ser referandûmê daxuyanî da
    Encamên destpêkê yên beşdariyê û dengê 'belê' li Kerkûkê û herêmên din
    Rûsya: Em ê rîskên bo şirketên rûsî yên li Herêma Kurdistanê lêkolîn bikin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de