05:27 21 Hezîran 2018
PKK-Qendil

PKK li ser referandûmê daxuyanî da

© AP Photo /
Kurdistan
Lînkê kurt
Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
0 20

Endamê Desteya Rêvebera PKKê Dûran Kalkan derbarê referanduma Herêma Kurdistanê de axivî û ragihand ku, "Hêzên di navbera wan de nakokî hebûn, bi referandûmê bûne yek û ji nû ve li ser şerê li dijî kurdan li hev kirine."

Kalkan, ji televîzyoneke ku nêzî PKKê re ye axivî û referandûma Herêma Kurdistanê nirxand û got: "Hemû hêzên k udi navbera wan de nakokî hebûn di mijara referandûma Herêma Kurdistanê de bûn yek û ji nû ve li ser dijminatiya kurdan li hev kirin."

Kalkan wiha pê de çû: "Wê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê li hev biciviya û li Rojhilata Navîn demokrasiyek mînak a kurd derketibûya holê. Yekîtiya kurdan a demokratîk dihate afirandin. Pêşî li wê hate girtin û hate sabotekirin. Hêzên ku pêşî li wê girtin, referandûm derxistin holê. Ev îdîa nîne. Dikarim navê kesên ku ev kirine jî bikim. Ti eleqeya vê bi PDKê re nîne. Ti rola PDKê di vê referandûmê de nîne."

REFERANDÛM JI STATUYÊ WÊDETIR VEGUHERÎ BAZARIYÊ

Kalkan destnîşan kir ku referandûm ne bû hewldanek ji bo diyarkirina statuyê, veguherî bazariyekê. Kalkan got: "Veguherî wê yekê ku PDK ji nû ve qezenca aborî-siyasî bike, karibe ji nû ve hilbijaritnê bike û bi ser bikeve. Veguherî wê rewşê ku ji nû ve karibe desthilatdariyê bi dest bixe. Li holê sekneke demokratîk nîne. Meclîs kar nake, biryarê nagire. Kongreya Neteweyî nîne. Parçeyên din ên Kurdistanê ne di nava vî karî de ne. Sibe hin hêz dikarin rabin ji nû ve tinekirin û înkarê ferz bikin. Ji xwe Îran, Iraq û Tirkiye bûn yek û gef xwarin."

Mijar:
Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

Bi heman mijarî:

Encamên destpêkê yên beşdariyê û dengê 'belê' li Kerkûkê û herêmên din
Rûsya: Em ê rîskên bo şirketên rûsî yên li Herêma Kurdistanê lêkolîn bikin
Bogdanov bersiva pirsyara bê referandûm dê istiqrarê têk bibe yan na da
Wezîrê Derve yê Sûriyeyê: Tirkiyeyê hişt pirsa kurdan li Sûriye û Iraqê derkeve pêş
Muna Qehwecî: Êdî di deste me de encama referandûmê heye'
Misirê derbarê referandûmê de daxuyaniyek da
Etîketan:
referandûm, Duran Kalkan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de