03:33 14 Kanûn 2017
Zindî
    Bajarê Kerkûkê bendewariya referandûma 25ê Îlonê ya Herêma Kurdistanê dike

    Encamên destpêkê yên beşdariyê û dengê 'belê' li Kerkûkê û herêmên din

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 0 0

    Medyaya Herêma Kurdistanê encamên beşdarbûn û yên destpêkê yên piraniya herêmên beşdarî referandûmê bûne weşandin ku Kerkûk jî di nav wan de ye.

    Li gorî malpera Rûdawê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên taybet ên di nava Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandûma Herêma Kurdistanê de, hejmara kesên ku deng dane û rêjeya dengê Belê û Nexêr bi vî awayî ye:

    ENCAMÊN REFERANDÛMÊ, BAJARA BI BAJAR

    Helebce: 40 hezar kesan deng dane ku 23 hezar deng Belê, 7 hezar û 700 deng Nexêr bûne û 300 deng jî yên betal û şewitî ne.

    Mûsil: 213 hezar deng hatine dan ku 197 hezar Belê, 4 hezar deng Nexêr û yên din jî dengên betal û şewitî ne.

    Diyale: 167 hezar kesan deng dane, ku 165 hezar Belê, 1 hezar û 500 deng Nexêr û 500 deng jî yên betal û şeiwtî ne.

    Selahedîn: 65 hezar deng hatine dan, ku 64 hezar deng Belê û 1 hezar deng Nexêr in.

    Hewlêr bêyî Koye: 740 hezar kesan deng dane ku 690 hezar deng Belê, nêzîkî 50 hezar deng Nexêr û yên din jî betal û şewitî ne.

    Kerkûk: Li bajarê Kerkûkê %78.77ê xelkê beşdarî di refeandumê de kirine û nêzîkî %85ê beşdarbûyan dengê Belê dane.

    Silêmanî: Mafê milyon û 271 hezar kesî yê dengdanê hebû. Rêjeya beşdarbûnê 55%.

    Duhok: 724 hezar dengder hebûn, rêjeya beşdarbûnê 91% û 98% ji wan dengê 'belê' dane.

    Li gorî nûçeyê,  ev encam nefermî ne û ji bi awayekê fermî ji aliyê Komisyona Bilind a Hilbijartinan û Referandumê ya Herêma Kurdistanê ve nehatiye piştrastkirin.

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Li Siûdî cara yekemîn e ku jinek wekî cîgira şaredar hate tayînkirin
    Îngîltere: Tirkiye nikare petrola Kurdistanê rawestîne
    Netanyahûyî qedexe daniye ser rayedarên xwe ku li ser referandûmê neaxivin
    Kouchner : Piştî encamên referandûmê dê helwesta cîhanê li himberî Kurdistanê biguhere
    Parlamentera HDP Leyla Bîrlîk hat binçavkirin
    Erdogan:Me digot qey Barzanî vê şaşiyê nake lê em şaş bûn
    Etîketan:
    Kerkûk, Hewlêr, Selahedîn, Diyale, helebce, Helebce
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de