09:36 12 Kanûn 2017
Zindî
    Muna Qahwecî

    Muna Qehwecî: Êdî di deste me de encama referandûmê heye'

    © Sputnik/ Abdulhakim Günaydın
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 0 0

    Referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê ku di 25ê Îlonê de hat lidarxistin, rayedaran gelek kêfxweş kiriye û ji bo muzakereyan dê şandeyek bê şandin Bexdayê. Endama Konseya Bilind a Referandûmê Muna Qehwecî ji Sputnikê re axivî û ragihand ku encamên referandûmê wan gelek kêfxweş kiriye û di demek nêz de şandeyek bo muzakereyan bişînin Bexdayê.

    Hikmet Durgun

    Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, encama referandûma serxwebûna Kurdistanê rayedaran gelek kêfxweş kirine. Di demeke nêz de şandeyeke ku ji hemû patiyên siyasî pêk were ji bo muzakereyan bi Bexdeyê re bişînin.

    Endama Konseya Bilind a Referandûmê Muna Qehwecî derbarê referandûmê de ji Sputnikê re axivî.

    ‘ÊDÎ DI DESTÊ ME DE ENCAMA REFERANDÛMÊ HEYE'

    Qehwevî destnîşan kir ku encama referandûmê wan gelek kêfxweş kirine û got: "Referandûm bi rêk û pêk qediya. Gîrîng ew bû ku bikaranîna dengan bû. Ji bo vê yekê ez sipasî pêşkeşî welatiyan dikim ku dengên xwe bi awayeke demokratik bikar anîn. Helwesteke me li dijî hikûmeta Iraqê tine ne. Referandûm daxwaza gelê me bû, ji bo vê yekê me bikar anî. Ji îro şûnde em ê bo muzakereyan bi Bexdayê re di nav têkiliyan de bin. Divê Bexda deriyên xwe ji me re negire. Bila bi me re rûne û pirsgirekan bi diyalogê çareser bike.

    Bila pirsgirekan qanûn ango qanûna bingehîn çareser bike. Gelê me gelek zehmetî kişandin. Şkence, mirîn dîtin. Divê êdî ev pirsgirek werin çareserkirin. Niha di destê me de qartek zexm heye. Referandûm ku gelê me biryar da heye. Divê hemû kes rêzê li encama referandûmê bigire. Eêdî di deste me de encama referandûmê heye."

    ‘ŞANDE DAXWAZÊN GELÊ KURDISTANÊ BO BEXDAYÊ RAGIHÎNE'

    Qehwecî diyar kir ku şandeyeke ji bo muzakereyan dê were avakirin û wiha pê de çû: "Dê nûnerên gelek partiyan di çandeyê de cih bigirin. Nûnerên hemû aliyan di şandeyê de cih bigirin. Teqez nûnerên tirkmen jî di şandeyê de cih bigirin. Şandê bê tirkmenan nabe. Dê ev şande hemû daxwazên gelê Kurdistanê bo Bexdayê ragihîne. Em beriya referandûmê jî çûbûn Bexdayê û me ji wan re eşkere kir ku em ê referandûmê pêk bînin û piştre jî dîsa hevdîtinan bikin."

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Kurdên Libnanê: Kêfxweşî di mala her kurdekî de ye
    Serokê Katalonyayê pîrozbahiya Barzanî kir
    PDK: Encamên Referandûmê em kêfxweş kir em dê ji îraqiyan bi awayekî maqûl veqetin
    Qasim Suleymanî: Em ê berjewndiyên hevparên xwe, Tirkiye û Iraqê li ber çavan bigirin
    'Washington dê firînên balafirên Rûsyayê li qada xwe asteng bike'
    Etîketan:
    şande, referandûm, Sputnik, Muna Qahwecî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de