02:59 22 Hezîran 2018
misir-qahîre

Misirê derbarê referandûmê de daxuyaniyek da

© Sputnik/ Eduard Pesov
Kurdistan
Lînkê kurt
Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
0 0 0

Misirê derbarê referandûma serxwebûna herêma Kurdistanê de daxuyaniyeke weşand û tê de teqezî li ser yekîtiya axa Iraqê kir û bangî 'diyalogeke avaker' di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir daku lihevkirineke giştî bi dest bixin ku her kes jê razî be.

Wezareta Derve ya Misirê di daxuyaniyeke rojnamevaniyê de got," em ji encamên muhtemel ên referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê nîgeran in" û destnîşan kir ku "hewlên erebî û navdewletî yên mişe hene daku ew gava bêfêde neyê avêtin".

Herwiha wezaretê bangî herdû aliyan kir ku bi bêhnfirehî tevbigerin û ti gavên yekalî yên rewşê aloztir bikin neavêje".

Di berdewamiya daxuyaniyê de teqezî li ser giringiya 'diyaloga avaker" hat kirin û wiha hat gotin, "divê diyaloga avaker li ser wî bingehî ku bigihêjin di nakokiyên navbera Bexda û Hewlêrê de lihevkirineke giştî pêk were ku her kesî razî bike".

Misirê di dawiya daxuyaniya xwe de piştrast kir ku pabendiyê bi yekîtiya axa Iraqê dike bi awayekî ku mafên hemû pêkhateyên wê biparêze."

Mijar:
Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

Bi heman mijarî:

Piştî referanduma serxwebûnê welatê pêşî got: Em rêzê li encaman digirin
Ji Heşdî Şabî daxuyaniya referanduma serxwebûnê
‘Erdogan em wî bajarî winda bikin em Tirkiyê winda dikin'
Referanduma serxwebûnê dolar zêde kir
Balafirên Tirkiyeyê dîsa çiyayên Kurdistanê bombebaran kirin
Temamê şingaliyan beşdarî referanduma serxwebûna Kurdistanê bûn
Di êrişa çekdarî de êrişkar jî di nav de 4 kes hatin kuştin
Etîketan:
Iraq, Kurdistan, Misir
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de