08:42 22 Hezîran 2018
Mevlut Çavuşoglu

Tirkiye: Em dê guh bidin hemû daxwazin Iraqê

© REUTERS / Yiannis Kourtoglou
Kurdistan
Lînkê kurt
Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
0 01

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu derbarê referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê ku doh biencam bû de axivî û ragihand ku, "Em dê guh bidine hemû daxwazên Iraqê û em ji bo piştgiriyê bi her awayî amade ne. Operasyonên hevpar jî tê de hemû opsiyon berdest in."

Çavuşoglu got: "Derdê esil yê Barzanî ew e ku serokatiya xwe berdewam bike. Ji zûde ye pêvajoyeke nediyar heye lewra ditirse ku hilbijartin bibe û serokatiya wî ji dest wî biçe. Em dê guh bidine hemû daxwazên Iraqê û em bo piştgiriyê bi her awayî amade ne. Operasyonên hevpar jî tê de hemû daxwaz berdest in. Ji ber ku sînorê me bi hevre heye û ev yek me hemûyan pêwendîdar dike, dema ku tehdîdek derkeve xwezayiye ku em hevpariyê bike. Kes nikare ji vê yeke re bibêje çima."

AQUBETA DERIYÊ XÊBÛR

Çavuşoglu destnîşan kir ku girtina deriyê Xebûrê ne mesele ye. Di vê mijarê de ji vir pê ve muxatabê me Bexda ye. Ev derî di navbera Tirkiye û Iraqê de ye, lewra di vê yekê de muxatabê me dê Rêveberiya Bexdayê be.

‘DI SERDANA PÛTÎN DE MIJARA SÛRIYEYÊ JÎ DÊ WERE GOTÛBÊJKIRIN'

Wezîrê tirk eşkere kir ku divê meseleye de mijara sereke Sûriye ye. Di pêvajoya Astanayê bi Rûsyayê re gelek pêşveçûn pêk hatin. Dema ku em bi hêzên çekdar re têdikoşin divê zirar negihîje sivîlan. Garantorê vê yêkê Rûsya ye. Rûsya yek ji aktoren girîng e û dê di serdana Pûtîn de ev yek û mijara referandûmê jî bê gotûbêjkirin.

Mijar:
Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

Bi heman mijarî:

Serokê Katalonyayê pîrozbahiya Barzanî kir
PDK: Encamên Referandûmê em kêfxweş kir em dê ji îraqiyan bi awayekî maqûl veqetin
Qasim Suleymanî: Em ê berjewndiyên hevparên xwe, Tirkiye û Iraqê li ber çavan bigirin
Pûtîn, Erdogan û Rûhanî derbarê referandûmê de axivîn
Etîketan:
referandum, Mevlut Çavuşoglu, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de