07:50 12 Kanûn 2017
Zindî
    IKBY’deki referandumda kadınlar

    Kurdên Libnanê: Kêfxweşî di mala her kurdekî de ye

    © REUTERS/ Alaa Al-Marjani
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 10

    Malpera Eneharê derbarê kurdên Libnanê û helwesta wan li himberî referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê raportek amade kir.

    Piştî ku nivîskara raportê Selwa Ebû Şeqra behsa kurdan, pêvajoya dîrokî ya kurdan, bêdewletbûna wan û pêvajoya referandûmê dike, wiha dibêje: "Kolana kurdî li Iraqê di nav şahiyeke mezin de ye bê ku haya wan ji mezinbûna tehdîdên Tirkiye û Îranê hebe. Kurd wan tehdîdan bi ti tiştî nahesibînin û teqez dikin ku piştî referandûmê dê biguhere. Herwiha kurd dûr dibînin ku destwerdaneke leşkerî çêbibe û tenê dipên ku fişarên aborî û ambargo li ser herêmê bê danîn, rê li ber danûnstendina petrolê bê girtin û dergehên sînorî werin girtin. Kurdên libnanî bûyeran dişopînin lê ti amadekariyên pîrozbahiyên mezin nekirine."

    Nivîskar diyar dike ku amarên fermî derbarê hejmara kurdan li Libnanê tine ne lê tê texmînkirin ku 150 heta 200 hezarî bin û piştî bûyerên Sûriyeyê ew hejmar zêde bûye.

    "REFERANDÛMA MESELEYEKE NAVXWEYÎ YA KURDAN E"

    Li gorî nivîsê Şeqra xwe gihandiye hinek kurdên libnanî û wan wiha gotiye: "Kêfxweşî di mala her kurdekî de ye, li gel hemû cudahiyên wan ên hizbî. Ev roj gelekî cuda ye û em hemû yekgirtî ne. Ev bi sedan salan in kurd bindest in û ev referandûma mafê çarenûsê û tiştê li Iraqê dibe, meseleyeke navxweyî ya kurdan e. Lê Libnanê pîrozbahiyên navendî dê tine bin ji ber hewl nehatiye kirin ku ruxset were bidestxistin lê em ew niştîcihên ku li Libnanê dimînin teqez dikin ku mafê me yê azadî û derbirînê li vir heye."

    "DIVÊ WIJDANÎ MIROVAN ÊRÎ MAFÊ KURDAN QEBÛL BIKE"

    Seroka Komeleya Newrozê ya Çandeyî û Civakî Henan Osman wiha dibêje: "Mafê gelê kurd di dîrokê de hat wendakirin, destkevtiyên wî jê hatin dizîn, kirêttirîn komkujî, kuştin û koçberkirin li ser erda wî lê hatin kirin. Diviyabû ku welatekî kurdan li ser xaka wan a dîrokî çêbûye, lê dewletên erebî û tirkî ji xwe tenê re welatên neteweyî çêkirin ku bi wan peymanan peymana Sevreê hat binpêkirin. Îro  dem hatiye ku dîrok û wijdana mirovan destûrê bide kurdan ku mafên xwe bistînin. Em bi referandûmê û mafê çarenûsê re ne.

    Herwiha Osmanê balê dikişîne ser piştgiriya birêveberiya Rojava ji Herêma Kurdistanê re û teqez dike ku dê dewam bikin û êdî dem hatiye ku kurd hev bigirin.

     

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Piraniya endamê Akademiya Oskarê piştgiriya serxwebûnê dikin
    Nivîskarê tirk: Ji hêla ekonomiyê ve pêwistiya me bi Barzanî heye
    Piştî referanduma serxwebûnê welatê pêşî got: Em rêzê li encaman digirin
    Ji Heşdî Şabî daxuyaniya referanduma serxwebûnê
    Balafirên Tirkiyeyê dîsa çiyayên Kurdistanê bombebaran kirin
    ‘Erdogan em wî bajarî winda bikin em Tirkiyê winda dikin'
    Etîketan:
    Henan Osman, Libnan, Tirkiye, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de