15:44 18 Kanûn 2017
Zindî
    Elî Avnî

    PDK: Encamên Referandûmê em kêfxweş kir em dê ji îraqiyan bi awayekî maqûl veqetin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Avnî derbarê referandûma serxwebûna Herêma Kurdsitanê de ragihand ku encamên referandumê wan bextewar kiriye û ji îro pê ve, ew dê bi îraqê re muzakereyan bikin û di nihayete de bi diyalogê ew ê ji wan veqetin.

    Hikmet Durgun

    Referandûma ku doh bi encam bûye KDPê kêfxweş kiriye. Ji hêla din ve ji ber ku li Silêmaniyê ku niştecihên wê bi piranî aligirên partiya muxalif GORANê ne, rêjeya dengen ji sedî 57 belê derketiye GORAN tê rexnekirin. Li bajarên weke Hewlêr, Dihok, Soran, Zaxo û Berdereşê ku PDK lê xurt in dengên belê nêzî 90î derketine. Vê yekê KDP gelekî kêfxweş kiriye.

    ‘EM KÊFXWEŞ Û BEXTEWAR IN'

    Avnî yê ku endamê polîtburoya Partiya Demokratî Kurdîstan (KDP) ê li ser encamên referandûmê ji Spûtnîkê re axifî û got; "Em bi encama ku ji referandûmê derketiye gelekî kêfxweş û bextewar in. Em li benda encameke weha bûn. Me wezîfeya xwe kir. Gelê me bi rastî jî biryareke xweş da. Li gelek deveran, beşdarbûneke zêde hebû û dengên belê zêde derketin. Piştî vê em ê bi Iraqê dest bi muzakereyan bikin. Em ê wekî Slovakya muzakereyan bikin. Em ê ne wekî dewletên Balkanan bi şer ji hev veqetin. Em ê bi diyalogê bi aştiyê bi muzakereyê vê yekê bikin.

    ‘EM GELEK TEHDÎD KIRIN'

    Avnî balkişand ser wê yekê ku li deverên ku KDP lê xurt e rêjeya dengên bilind zêde ye û li deverên ku GORAN lê xurt e kêm dengên bele derketine. "Li deverên ku KDPê lê xurt in weke Dihok û Hewlêr bi beşdarbûna zêde hejmara dengên belê zede bûye. GORAN li Silêmaniyê xurt e û wekî eyan e li wir dengên belê gelek kêm derketin, nîvê Silêmaniyan negotine belê. Silêmanî ketine bin tesîra GORAN û partiyên din. GORAN berê ji sedî 24 deng stendibûn. Li Silemaniya Parta herî xurt GORAN e û wer xuyaye ku GORANê negotiye bele. GORAN ji referandûmê re negotiye belê. Di navbera GORANê û partên din de arîşe hebûn. Hinan ji wan digotin ku ew biçine referandûmê dê dinya êrîşî wan bike lê em çûne referandûmê, me îşê xwe kir û tiştek jî nebû. Avnî got ku bi boneya refeandûmê gelê Kurdistanê di nava kêfxweşiyeke mezin de ye. ‘Kurdan encamên referandûmê bi coş û peroşeke mezin pîroz û pêşwazî dikin. Gelekî bextewar in. Xewn û xeyala xwe bicî anîn. Kurdan bo Kurdistaneke Serbixwe cenosaydên Helepçe û Enfalê dîtin. Me ji bo serxwebûnê ji çar parçeyan xwîna xwe rijandiye. Bo ku em serbixwe nebin DAIŞ, serokwezîrê Iraqê Ebadî û gelek hêzan em tehdîtkirin. Em tehdîdên wan qebûl nakin. Em vêya jî bibêjin ku em ne ji cîranên xwe re û ne jî ji kesên din re tehdîd nîn in. Em ji bo aştî û aramiyê, em ji bo mirovahiyê hene. Doh li hêrema Sideka Îranê welatiyên me kuştin. Eger dewleta me hebûya nedikarin li me din û me bikujin.''

    Bi heman mijarî:

    Kurdan li ser medyaya civakî çawa pêşwaziya referandûmê kir
    Pûtîn, Erdogan û Rûhanî derbarê referandûmê de axivîn
    Wezîrê Îsraîlê: Bila Telavîv piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bike
    Çavdêrên navneteweyî: Referandûma serxwebûnê li gorî standarên demokratik pêk hat
    Erdogan:Me digot qey Barzanî vê şaşiyê nake lê em şaş bûn
    Etîketan:
    referandûm, Sputnik, Elî evnî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de