20:44 12 Kanûn 2017
Zindî
    Alaya Kurdistanê

    Kurdan li ser medyaya civakî çawa pêşwaziya referandûmê kir

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    140

    Duh referandûma Serxwebûna Herêma Kurdistanê bi rê ve çû ku di dema dengdanê de û piştî wê jî hin parvekirinên rengîn û balkêş li ser medyaya civakî hatin kirin.

    Herêma Kurdistanê duh referandûma serxwebûnê li parêzgehên di bin birêveberiya herêmê û deverên nakok jî bi rê ve biribû.

    Komisyona Bilind a Referandûmê ragihandibû ku rêjeya beşdarbûnê 72% ye û li gorî encamên destpêkê yên ne fermî, 93.29% ji xelkê gotiye erê û 6.71 jî na ye.

    Ev pêvajoya referandûmê bû sedema coş, kelecan û heyecanek mezin di nav kurdan de ku bi dîmen, nivîs û wêneyên rengîn li ser medyaya civakî derketin holê.

    Welatiyek dema dengdanê videoyek kişandiye. Performansa wî û alavên ku bi kar anîne heçku karekî hunera hevçerx e.

    ​Herwiha dîmena ku Spûtnîkê belav kir ku tê de zarokek dibêje, "Ez dixwazim denge xwe bidim lê emre min tê re nake. Umîdwar im em ê biserkevin."

     

    Herwiha welatiyekî piştî ku dengê xwe da, bang dide, dîmena wî di medyaya civakî de bala bikarhêneran gelekî kişand.

    Li ser banga wî welatiyê kurd, nivîskarê kurd Zekî Ozmenî wiha got, " Heke mirov rojekî tobe bike, bila li ber destê vî melayî be."

    Kurdan wekî hemû pîrozbahiyên xwe, encamên referandûmê bi govend û dîlanan pîroz kir.

     

    Pîrozbahiyan heta derengî şevê dewam kir.

    Herwiha nivîskar û akademisyen Selim Temo bi îronî bal kişandiye ser "dezenformasyona ajansa dewletê" xweş kiriye.

    Bikarêhnêrê bi navê Rêbîn balê dikişîne ser hilbijartinên Tirkiyeyê ku bi giştî partiyên bi ser kurdan ve bangî welatiyan dikin daku dest ji sindoqan bernedin heta jimartin bi dawî bibe û wiha gotiye: "Hevalno ji kerema xwe heya hejmartin biqede dev ji sindoqan bernedin."

    Hinek bikarhêneran dîmenên kurdên Rojava belav kirin ku tê de bi alaya Kurdistanê, ya birêveberiya xweser û wêneyên Ocalanî bilind kirin.

    ​Gotinên Serokê Herêma Kurdistanê jî di nav wan gotinên ku gelekî zêde dihatin parvekirin de bûn.

    Bikarhênera bi navê Sîdar gotina Barzanî ya dibêje, '"Eve sed sal e gelî Kurdistan siza eden, erê têr nebûn? [..] Ba cîranî yektir bîn, Xwa hafîz!" parve kir.

    ​Serokê Hêza Taybet û Zanyariyê Lahûr Talabanî jî wêneyên xwe yên dengdanê parve kirin û Tê de got, "em amade û pabend in ku ji bo her perçeyekî Kurdistanê fedakariyê bikin."

    ​Herwiha wêneyê xerîteya 'Kurdistana mezin" ku bi gul û kulîlkan hatiye xemilandin, ji aliyê gelek bikarhêneran ve hat parvekirin ku wek sembola pirrengiya Kurdistanê hat heisbandin.

    ​Piştî encama referandûma serxwebûna Kurdistanê li çar aliyên welêt pîrozbahî û tebr^şk didomin. Gel dakete qadan û hetanî derengî şevê pîrozbahî domiyan. Nivîskar û bikarhînêrên medyaya civakî jî ji vê yekê re bîgane neman û hinek dîmenên balkêş belav kirin.

    ​Wêneyên goven û dîlanê yên herî zêde dihatin parvekirin.

    ​Heneka rojê jî ew bû ku Lenîn gava nivîsî ku mafê gelan ê çarenûsê heye, nivîsiye ku ew maf ji bo gelê kurd tine"

    ​Vîdyoya zarokekî li gel jineke biyanî ku tê texmînkirin dayika wî, piştgiriya xwe bo referandûmê bi gotina "belê bo referandûm" jî yek ji dîmenên balkêş bû.

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Kurdistan ji Rûsyayê daxwaza veberhênana xaz û petrolê dike
    Kurdistan tedbîrên xwe distîne
    Aldar Xelîl: Herêma Kurdistan û Rojava dikarin sîstema konfederal ava bikin
    Cihûyên Kurdistan û Îsraîlê: Îsraîl bi xurtî piştgiriyê dide Serxwebûna Kurdistanê
    Kurdistan ji 5 welatên OPECê dewlemendtir e
    Berpirsa Ofîsa Koçberan a NYyê: Kurdistan baştirîn cih e ji bo koçberan
    Barzanî: Sozdan lê Kurdistan kirin 4 parçe
    Li parlametoya Tirkiyeyê êdî ji peyva ‘Kurdistan' re cezayê pere tê birîn
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de