23:51 13 Kanûn 2017
Zindî
    Referanduma serxwebûnê

    Piraniya endamê Akademiya Oskarê piştgiriya serxwebûnê dikin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 30

    128 endamên Akademiya Oskarê ku ji derhêner, sînemakar, rexnegirên sînemayê û lîstikvanên endaman pêk tê piştgiriya xwe bo serxwebûna Kurdistana nîşan dan.

    Derhêner û sînemakarê navdarê kurd û endamê Akademiya Oskarê, Behmen Qubadî, ragihand ku wî beriya sê mehan daxwaz ji endamên Akademiya Oskarê kiriye piştgiriya serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê bikin, wan jî bi germî bersiv daye.

    Li gorî nûçeya Basnêwsê, Qubadî daye zanîn ku 128 endamên Akademiya Oskar piştevaniya xwe bo serxwebûna Kurdistanê anîne ziman û ragihandine ku ew hêvîdar in kurd bibin xwedan welatê xwe û bi navê Kurdistanê beşdarî festîval û ahengên cîhanî yên sînemayê bibin.

    Behmen Qubadî behsa naveroka nameya xwe jî kiriye û dibêje min di nameya xwe de nivîsîbû ku ez jî endamekî akademiyê me lê heta niha şansê me kurdan nebûye em bi navê welatê xwe beşdarî festîvala Oskarê bibin ji ber ku welatên din nehîştine em serbixwe bin. Min gelek caran hewl daye bi navê Kurdistanê karekî bikim lê ew firsend bo min pêş nehatiye.

    Behmen Qubadî niha li bajarê Busan yê Koreya Başûr. Qubadî bo 22emîn festîvala fîlman çûye wir û endamê Jûrî yê festîvalê ye. Festîvala Busan roja 12 Cotmeha îsal dest pê dike û 22 mehê jî xilas dibe.

    Bi heman mijarî:

    Li ser medyaya civakî nîqaşên ku ‘tiliya Rûsyayê' di dayîna xelatên Oskarê de heye
    Xwediyên Xelatên Oskarê kifş bûn
    Yakûtîstan xelata Oskarê dide Leonardo DiCaprio
    Etîketan:
    Akademiya Oskarê, Behman Qubadî, kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de