08:52 20 Hezîran 2018
Referandûma Serxwebûna Herêma Kurdistanê

Encamên nefermî yên referandûmê eşkere bûn

© AFP 2018 / SAFIN HAMED
Kurdistan
Lînkê kurt
Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
0 20

Piştî dawîbûna proseya dengdanê ya referandûma serxwebûnê li Herêma Kurdistanê ku 25ê Îlona 2017an birêve çû, encamên nefermî yên destpêkê eşkere bûn.

Encumena Bilind a Referandûm û Hilbijartinê li Herêma Kurdistanê, ragihand ku rêjeya beşdarbûna referandûmê li seranserê Herêma Kurdistanê, bi qasî 72% ye.

Encumenê ragihand ku ji bêtirî 4 milyon dengderan nêzî 3 milyon û 305.925 deng hatine dayîn û dengderên derveyî welat jî 98 hezar in.

Li gor amarên destpêkê rêjeya dengê Belê: 93.7% e û dengê Nexêr jî 6.3% ye ku ev encam ji 227.858 dengderan hatiye.

Dengdana referandûmê 25ê Îlonê li gor dema destnîşankirî li saet 18:00 bidawî bû, lê Encumenê ji hemwelatiyên nekarîne dengê xwe bidin heta 19:00 demjimêrekê dirêj kir.

ENCAMÊN FERMÎ HETA 72 SAETAN EŞKERE DIBIN

Amarên nefermî yên dengdanê piştî dawîbûna proseya dengdanê hatin ragihandin ku tê çaverêkirin di nav 72 demjirên piştî dengdanê de encamên fermî werin eşkerekirin.

Hin encamên destpêkê yên nefermî wiha ne:

Hewlêr — Belê: 92.5 Dengên din (Spî, betal, nexêr): %7.5

Duhok — Belê: %98.33 Dengên din (Spî, betal, nexêr): %1.66

Helebce — Belê: %95.4 Dengên din (Spî, betal, nexêr): %5.6

Akrê — Belê: %97.6 Dengên din (Spî, betal, nexêr): %1.8

Berdereş — Belê: %98.2 Dengên din (Spî, betal, nexêr): %1.8

Kelar —  Belê: %87 Dengên din (Spî, betal, nexêr): %2.4

Seyid Sadiq — Belê: %81 Dengên din (Spî, betal, nexêr): %19

Zaxo — Belê: %99 Dengên din (Spî, betal, nexêr): %1

Pişder — Belê: %70.81 Dengên din (Spî, betal, nexêr): %25.58

Şeqlawe — Belê: %93.7 Dengên din (Spî, betal, nexêr): %6.3

Mexmûr  — Belê: 96.8 Dengên din (Spî, betal, nexêr): %1.8

Çemçemal  — Belê: %84.2 Dengên din (Spî, betal, nexêr): %15.8

Mijar:
Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

Bi heman mijarî:

Ebadî: Em dewleteke mezhebî û etnîkî qebûl nakin
NY xebatên xwe yên bi Kurdistanê re bênavber didomîne
Xiristiyanên Hewlêrê: Mafê kêmaran dê li Kurdistanê parastî bin
Ji Swêd daxuyaniya referandûmê: Şertê yekem dîyalog û hevkarî ye
Ji tîmên Rûsî ji bo fanên Îngilîz çalakiya mêvenperwerîyê
Kurdên Îranê ji bo encamdana referandûmê daketin kolanan
Ji Koşka Spî piştî referandûma Kurdistanê yekem daxuyanî
Etîketan:
Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de