18:14 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm

    Necmedîn Kerîm bang li gelê Kerkûkê kir: Teqe nekin!

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 46 0 0

    Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm li dema encamdana referandûma serxwebûnê ku li Kerkûkê jî birêve çû, derket pêşberî medyayê û daxuyanî derbarê encamdana referandûmê de da.

    Parêzgarê Kerkûkê, daxwaza parastina ewlehiyê li tevahiya sînorê Kerkûkê kir û bang li xelkê Kerkûkê kir, piştî çûna ser sindoqên dengdanê û dana dengê xwe her kes biçe malên xwe û li benda encamên referandûmê bimîne.

    Kerîm ji gelê Kerkûkê daxwaz kir, ahengên bo referandûmê di aramiyê de birêve biçin û got, "Nabe bi ti awayî di ahengan de fîşek werin teqandin. Tekez teqeyên hewayî nekin."

    Parêzgarê Kerkûkê bang li xelkê kir, ji bo ahengan danekevin nav cade û kolanan û wiha axivî: "Yên ku dixwazin vê referandûmê reş bikin hene, pêwîst e derfet bi wan neyê dan. Ji bo xatirê xwîna pêşmergeyên şehîd û zarokên wan teqe nekin."

     

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Derve yê Sûriyeyê: Kurd şêweyeke xweseriyê dixwazin û ev dikare were gotûbêjkirin
    Pîrozbahiyên encamdana referandûma serxwebûnê berdewam dikin
    Li Amedê pîrozbahîya referandûma serxwebûnê
    ‘Îranê deriyên sînor bi rûyê Herêma Kurdistanê de negirtine’
    TSK: Me bi Iraqê re dest bi tetbîqatê kir
    Iraq: Me bi artêşa Tirkiyê re dest bi manewrayên leşkerî kir
    Artêşa Tirkiyê bo sînorê Sûriyê sewqîyata konteyneran kir
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de