18:16 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê

    Referandûma Herêma Kurdistanê bi rê ve çû

    © AFP 2017/ Safin Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 199630

    Xelkê Herêma Kurdistanê 25 Îlonê ji bo dengdana serxwebûnê çû ser sindoqan da ku çarenivîsa xwe diyar bike.

    25ê Îlonê berê sibehê li seranserê Herêma Kurdistanê û li deverên derveyî rêvebiriya herêmê dengdayîna referanduma serxwebûnê dest pê kir. Li temamê Kurdistanê zêdetirî 5 milyon û 200 hezar welatî ji bo referandumê deng didin.

     

    nameya nû
    • 01:06
      Referandûma Serxwebûna Herêma Kurdistanê
      © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    • 01:03

      Swêdê daxuyaniyek ji bo referandûmê da: Şertê yekem diyalog û hevkarî ye

      Wezîra Derve ya Swêd Margot Wallstrom li ser referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê piştgirî da Iraqa yekgirtî û got, ‘Divê niha Bexda û Hewlêr berê xwe bidin ser çareserkirina pirsgirêkên ku ji bo wan çareseriyeke lezgîn divê.”

    • 00:17

      Peyamnêrê Spûtnîkê ji Hewlêrê dîmenên pîrozbahiyê li Hewlêrê weşandin.

    • 23:47

      Pîrozbahiyên referandûmê li Hewlêrê

      Rêya li keleha dîrokî ya Hewlêrê ji çûnûhatinê re hat girtin û xelk li wê derê kom bûn û ala û wêneyên serokê herêma Kurdistanê rakirin.

      Herwiha kurd bi cil û bergên xwe yên kurdî derketin û goven gerandin û li hinek kolanan bi tirimbêlan geriyan.

       

    • 23:38

      Berdevkê Komsiyona referandûmê: Rêjeya beşdarbûnê 72% ye

      Peymanêrê Spûtnîkê ragihand ku Berdevkê komisyonê rêjeya beşdariyê bi qasî 72%.bûye û bêtirî 4 milyon dengder hene ku nêzî 3 milyon û 305.925 deng dane û dengderên derveya welat ji 98 hezar bûne.

    • 23:15

      Mesrûr Barzanî peyamek ji bo referandûmê weşand

      Ez pîrozbahiya komisyona jilbijartinê û hêzên ewlekariyê dikim ji bo birêvebirina dengdana îro ya serkeftî û aştiyane.

    • 23:07

      Amerîka piştî referandûmê: Em hêviya beralîkirina Îranê û Iraqa yekgirtî dikin

      Berdevka Koşka Spî ya Amerîkayê Sarah Sanders, li ser pirsa encamdana referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê yekem daxuyanî da û got ku "ji bo jiholêrakirina DAIŞê û beralîkirina Îranê, em hêviya Iraqeke yekgirtî dikin."

    • 23:01

      Serokwezîrê Kanadayê: Em rêzê li 'operasyona' kurdan digirin

      Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau ji Global Newsê re axivî û amaje bi referandûmê serxwebûna Kurdistanê kir û got," em rêzê ji 'operasyona' kurdan re digirin".

      Li gorî nûçeya Rûdawê, Trudeauyî wiha jî gotiye, hesasiyeta min heye ji destwerdana di karên navxweyî yên dewletên din de heye."

    • 22:49

      Rêjeya dawî ya dengê erê: 93.7%

      Dengê erê 93.7% ye û 6.3% ye.
      Ev rêje ji 227.858 dengderî ye.

    • 22:28

      Bajar bi bajar hejmara beşdaran

      Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Hêmin Hewramî li ser Twitterê wiha ragihand:
      Ji 3,900,000 dengdêrî 3,488,759 deng dan.
      Hewlêr 726540.
      Duhok 994427
      Slêmanî 608292
      Kerkûk 526492
      Neynewa 298988
      Helebca39995
      Diyala158000.

    • 22:14

      Dujarric: NY ji referandûma serxwebûnê bifikar e

      Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric, li ser referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê ku 25ê Îlonê hat encamdan da xuyakirin, "NY ji ber potansiyela wê ya bêistiqrarkirina herêmê bifikar e."

    • 21:59

      Encamên destpêkê yên referandûmê

      Li gorî agahiyên destpêkê yên ji jimartinê hatine bidestxistin, rêjeya dengê erê97.8% ye û na, 2.92% ye.

      Ev rêje ji 138.585 dengdêran hatine.

    • 21:45
      Réféendum au Kurdistan irakien
      © Sputnik/ Hikmet Durgun
    • 21:01

      ‘Îranê deriyên sînorî bi Herêma Kurdistanê re negirtine'

      Piştî belavbûna nûçeyên girtina deriyên sînorên Herêma Kurdistanê ji aliyê Îranê ve, Wezareta Derve ya Îranê ragihand, deriyên sînor ên aliyê Herêma Kurdistanê vekirî ne û nehatine girtin.

    • 20:59
    • 20:43

      Komîsyon: Heya niha gazin li ser bireveçûna referandûme nehatiye tomarkirin

      Peyamnêrê Spûtnîkê ragihand ku Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê û Referandûmê ya Herêma Kurdistanê ragihandiye ku heta niha ti gazin û gilî ji pêvajoya birêveçûna referandûmê nehatiye tomarkirin.

    • 20:42

      Rêjeya beşdarbûnê ya hinek herêman

      Mexmûr %87.3

      Li gorî agahiyên ji medyaya Herêma Kurdistanê hatine bidesxistin, Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê û Referandûmê ya Herêma Kurdistanê ragihandiye ku li gorî agahiyên destpêkê 80% ye û li gorî wan amareyên destpêkê, wiha ne:


      Xaneqîn: 96%
      Soran: 80%
      Xurmatû: 67%

      Şingal: 92%

      Gulale: 87.5%
      Qeretepe: 62%

      Cebare: 62.5%

      Sêmêl: 92%
      Akrê: 95%
      Herîr: 95%
      Berdereş: 92%
      Şêxan: 90
      Zaxo: 94%

      Kerkûk: 78.8%

      Duhok: 92%

      Hewlêr: 86%

    • 20:36

      Rêjeya beşdarbûnê ji Hewlêr, Akre û Nînewayê

      Kurdistan 24ê ragihand ku rêjeya beşdarbûnê li Hewlêrê 95%, li Akrê 94 û li Nînewayê 80% ye.

    • 20:32

      Jêderekê ji Spûtnîkê re: 3 milyon û 352 hezar û 692 kesan beşdar bûn

      Jêderekê ji Spûtnîkê re ragihand ku îro 3 milyon û 352 hezar û 692 kesan îro deng dane.

    • 20:29

      'Di kêmî 72 saetan de encamên referandûmê dê werin eşkerekirin'

      Komisyona refrandûm û hilbijartinan diyar kir ku di demekê kemî 72 saetan, encamên refrandûmê de werin eşkerekirin u ragihandin.

    • 20:14

      Rêjeya Xaneqînê 72% e û xelkê Mendelî û Sediyeyê li wir deng dane

      Rêjeya beşdarbûnê li Xaneqinê 72% û xelke Sediye û Mendeliyê ji hatine Xaneqînê û deng dan.

      استفتاء إقليم كردستان العراق، 25 سبتمبر/ أيلول 2017
      © Sputnik/ Rafael Daminov
    • 20:06

      Artêşa Tirkiyeyê: Me bi Iraqê re tetbîqata leşkerî li ser sînor kir

      Artêşa Tirkiyeyê ragihand ku dê tetbîqata Silopya û Xabûrê bi Artêşa Iraqê re dewam bikin û wan ew tetbîqata derxistiye asta 3yem.

      Wezareta Parastinê ya Iraqê ragihandibû ku artêşa Iraqê beşdarî bo tetbîqata leşkerî ya artêşa Tirkiyeyê bû ku 8 roj in li Silopî-Xebûrê berdewam dike.

    • 19:57

      Wezareta Derve ya Brîtanyayê: Em hêvîşkestî bûn

      Berdevkê Wezareta Derve ya Brîtanyayê Edwin Samuel ragihand ku piştgiriya referandûmê li Kurdistanê bi rê ve diçe nakin û dê her piştgiriya yekîtiya axa Iraqê bike.
      Herwiha Samuelî teqez kir ku ji serî de li dijî referandûmê bûne û divê bi lihevkirina li gel hikûmeta Iraqê û li gorî qanûnên wî welatî bin.
      Di dawiyê de Samuelî diyar kir ku hêvîşkestî bûne ji ber pêşniyarên navdewletî yên alternatîva referandûmê hatine redkirin û îdîa kir ku wan alternatîvan dikarî nakokî çareser bikirina.

    • 19:54

      Dîmenên pîrozbahiyê yên kurdên Îranê

      PDK-Îê li ser hesabê xwe yê Twitterê dîmenên piştgiriya kurdên li Îranê weşandin.

       

    • 19:45

      Rêjeya beşdarbûnê li Kerkûkê gihişt 75%

      Komîsyona Hibijartinê û Referandûmê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku rêjeya beşdarbûnê li Kerkûkê gihişt 75%.

    • 19:41

      Komîsyona Hibijartinê : Pirosa dengdanê bi serketi bi dawî bû

      Komîsyona Hibijartinê û Referandûmê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku pêvajoya Rêjeya beşdarbûnê li Kerkûkê gihişt %75an.

      استفتاء إقليم كردستان العراق، 25 سبتمبر/ أيلول 2017
      © Sputnik/ Rafael Daminov
    • 19:39

      Birêveberê navçeya Celewlayê ya parêzgeha Diyalayê: Rêjeya beşdariyê pir baş bû

      Birêveberê navçeya Celewla ya Diyalayê Yaqub Yusif Mela Elî " îro li Celewla û derdoên wê pêvajoya referandûmê bi rê ve çû û 17 bingehên dengdanê hatibûn vekirin û ji bilî kurdan welatyên erebî jî bi rêjeyek berbiçav beşdarî kir.

      Herwiha got: Heta niha rewşa Celewla pir arame û hîç arîşek rû nedaye û xelk jiyara xwe bi awayekî asayî derbaz dikin."

    • 19:33

      Encamên destpêkê îşev tên ragihandin

      Encûmena Bilind a Referandûmê dê encamên destpêkê yê referandûma serxwebûnê îşev ragihîne. Li gor zanyariyan, dê encam li navenda Hewlêr werin danehevkirin û ji wir jî werin ragihandin.

    • 19:03

      Hejmartina dengan dest pê kir

      Hat ragihandin ku hejmara dengan ji navçeya Xaneqînê dest pê kiriye ku ew di nav navçeyên nakok de ye.

      Hejmartina dengan dest pê kir
      © Sputnik/

      Ewlekariya Hewlêrê welatiyan hişyar kir

      Lineya ewlehiyê li Hewlera Paytext hişyarî dide welatiyan xwe ku maddeyên teqemeniyê bikar neyînin û rojê li ber welatiyan neherimînin. Lewra kesên ku riayetî vê yekê nekin dê piştî ragihandina encamên Refrandome bêne sizakirin. Her wiha ji welatiyan tê xwestin ku bi tu awayekî teqemeniyan bikar neyînin.

    • 18:55

      Komisyoan Referandûmê ji Spûtnîkê re rêjeya beşdarbûnê eşkere kir

      Endamê Komisyona Bilind a Referandûm û Hilbijartinan Herêma Kurdistanê Ebdullah Wertî ji Spûtnîkê re rêjeya beşdarbûnê û biryarên wan eşkere kir û got, "rêjeya beşdarbûnê 76% ye.

      Herwiha Wertî destnîşan kir ku rêjeya beşdarbûnê li herêmên nakok hîn ne diyar e.

       

    • 18:50

      Muqteda el Sedir banga amadebaşiyê li artêşa Iraqê kir

    • 18:37

      Melayên dest bi selayan û xwendina Quranê kir

      Melayan li mizgeftan dest bi xwendina selayan û Quranê kir.

    • 18:36

      Berpirsekî Neteweyên Yekbûyî: Kes nikare mafê çarenivîsa kurdan red bike

      Berpirsekî bilind ê Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand, mafê diyarkirina çarenûîsê îfadekirina rûmeta mirovan e û got: "Kî dikare wî mafî ji kurdan bistîne?"

      Berpirsê Bipêşdexistina Proseya Demokrasiyê li NYyê Alfred de Zayas li ser hesabê xwe ya twîtterê peyamek parve kir û got: “Mafê çarenivîsê wate demokrasî ye. Demokrasî jî wate mafê çarenivîsê ye.”

    • 18:24

      Li Kerkûkê dengdan bi dawî bû

      Hat ragihandin ku pêvajoya dengdanê li bajarê Kerkûkê bi dawî bûye û cudakirina dengdan dest pê kir.

    • 18:22

      Rêjeya beşdarbûna ya herî dawî

      Hat ragihandin ku rêjeya beşdarbûna di referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê de heta saet 17:00ê 76% bû.

      Komisyona referandûm û hilbijartinan ragihandibû ku dengdana saetekê hatiye dirêjkirin û heta saet 19:00 dewam kiriye.

    • 18:09
      Referandûma Serxwebûna Kurdistanê
      © REUTERS/ THAIER AL-SUDANI
    • 18:02

      Dengdan saetekê hat dirêjkirin

      Komisyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandumê ya Herêma Kurdistanê dema proseya dengdanê di referandûma serxwebûna Kurdistanê de zêde kir.

      Berpirsê Datayên Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandumê ya Herêma Kurdistanê, Karwan Celal di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, ku wan dema proseya dengdanê di referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê de dirêj kiriye.

      Karwan Celal got, dema proseya dengdanê di referandumê de bi qasî demjimêrekê din hatiye dirêjkirin û dê heta 19:00ê êvariyê berdewam be.

    • 17:50

      Weşana sê televizyonên Herêma Kurdistanê li Tirkiyeyê hat rawestandin

      RTUKê(Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan) weşana sê kanalên Herêma Kurdistanê ya li ser seteleyta Turksatê sekinand. Hersê qenalên weşana wan li ser Seteleyta Turksatê hatîn sekinandin Rûdaw TV, Waar TV û Kurdistan24 TV ne.

    • 17:47

      'Helwesta Rûsyayê gelekî erênî ye'

      Şîrvan Barzanî ragihand ku helwesta Rûsyayê di mijara referandûmê de gelek erenî dibinin

      Birazayê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Şîrwan Barzanî ji Spûtnîkê re axivî û got: Pêşmerge di rewşa amadebaşiyê de ye. Me berê jî karibû li dijî xurttirîn artêşa ve herêmê ku ji yek milyon leşkerî pêk dihat, tenê bi kalaşînkofan şer kir. Helbet kî êrîş bike, em amade ne".


    • 17:45

      Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê: Nayê qebûlkirin.

      Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Welîd el Muellim ragihand ku ‘Referandûma ku li Herêma Kurdistanê tê lidarxisitin nayê qebûlkirin'

      Muellim ji ajansa fermî ya Sûriye SANAyê ra axivî: ‘Ji bilî Iraqeke yekbûyî em ê tu tiştê dî nas nekin.'

       

    • 17:36

      Pîrozbahiyên referandûmê dest pê kir

      IKBY bağımsızlık referandumu
      © Sputnik/ Hikmet Durgun
      Referanduma serxwebûnê
      © Sputnik/ Hikmet Durgun
    • 17:32

      Dîmenên piştgiriya gelê Rojava ji referandûmê re

      Malper û radyoyên herêmî yên Rojava îro dîmenên pîrozbahî, aheng û coşa gelê Rojava weşandin.

      Arta FM ku navenda wê li Amûdê ye, hinek wêne weşandin.

      Herwiha Welat Fmê wêneyên xelkê Rojava yên li Herêma Kurdistanê penaber bûne weşandin û got ku ew jî bi belavkirina şekiran beşdarî referandûmê dibin.

      Herwiha hinek malan alaya Kurdistanê li ser malên xwe bilind kiriye.

    • 17:21

      Rojava piştgiriya xwe ji referandûma serxwebûnê re ragihand

      Rojava piştgirî da referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê ku rastî gefên Tirkiye, Îran û Iraqê hat.  Hevserokê TEV-DEM ê yê Meclisa Kobaniyê Ehmed Şêxo ji Gazete Karinca re axifî û got: “Li hember gefên ku ji bo referandûmê li gelê me dibin, em bi gelê xwe re ne, gelê me ne bi tenê ye.”

      Tirkiye û Îran bi rojane ku li ser sînorê Herêma Kurdistanê tetbîqatên leşkerî li dardixin û bi mudaxeleya leşkerî gefan li Herêma Kurdistanê dixwin.

      Li hember van gefan piştgirî jî ji Rojava hat. Daxuyanîya Hevserokê TEV-DEM ê yê Meclîsa Kobanî Ehmed Şêxo weha ye; “Em rêzê li biryara gelê xwe yê Başûr digrin. Li hember gefên ku ji bo referandûmê li gelê me dibin, em li cem gelê xwe ne. Ew ne bi tenê ne. Gelê Rojava wê li cem biryara gelê Başûr be.”

    • 17:05

      Rêjeya beşdarbûna heta niha 70% ye

      Daneyên ku ji Komisyona Referandûm û Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê hatine girtin, heta saet 16:00an nêzîkî 4 milyon mirov beşdar bûne û rêjeya beşdariyê bi qasî 70% ye.

    • 16:56

      Parêzgarê Kerkûkê daxwazek ji welatiyan kir

      Parezgerê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ji welatiyan dixwaze ku di dema ragihandina encamen referandûme de guleyan bernedin. Herweha spasiya tev welatiyên Kerkûkê dike û dibêje em ne li dijî wan kesan in ku deng nedan an jî denge wa nexêr bû. Ji saziyen ewlehiyê xwest ku aramî û ewlehiya Kerkûkê biparêzin û li ser biratiya Kurd, Turkmen, Ereb û Xristiyanan got; "di rojen peşiya me de rewş dê vegere ser duxa berê û bawer nakim tu arîşe û problem derkevin hole.

      Necmedîn Kerîm
      © Sputnik/ Osman Başqalî
    • 16:51

      Tirkiyeyê Rûdaw qedexe kir

      Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) li hemberî referanduma serxwebûna Kurdistanê bo televizyona Rûdawê civiyabû û niha aht ragihandin ku televizyona Rûdawê li Tirkiyeyê hatiye qedexekirin.

    • 16:45

      Rojnamevana tirk: Kurdên Sûriyeyê hemû piştgiriya serxwebûnê dikin

      Nivîskara tirk Amberin Zaman li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsî: " Ez hîn nû li herêma bakurê Sûriyeyê ya ji aliyê kurdan ve tê kontrolkirin bûm û her kurdê ez pê re axivîm bê kêmasî piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dike.

      Herwiha Zamanê diyar kir ku hinek serok û birêveberên YPG û PYD gumanên xwe ji metod û demê re radigahandin lê dîsa jî wan dixwest ku Mesûd Barzanî serî li ber fişaran netewîne.

    • 16:42

      Zarokekî Kurdistanê: Temenê min nagire lê dixwazin dengê xwe bidim

      Zarok: Ez dixwazim dengê xwe bidim lê belê temenê min negihaye ku deng bidim.Lê ez amade me bo her tiştî. Ez hêvî dikim inşelle em biserkevin û miletê Kurd her wextî bi dilxweşî bijî.

    • 16:33

      Wezîrê Derve yê Brîtanyayê daxuyaniyek ji bo referandûmê da

      Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Boris Johnson li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek ji bo referandûma Kurdistanê weşand û tê de wiha got: "Ez bangî hemû aliyan dikim ku bi hêminî tevbigerin û ji bo têkbirina DAIŞê bi hêmî tevbigerin. Siberoja ıraqê di diyalogê de ye. Brîtanya amade ye alîkariyê bike.

    • 16:28
    • 16:28

      Serokatiya Herêma Kurdistanê hişyarî da

      Serokatiya Herêma Kurdistanê ji hemwelatiyên Başûrê Kurdistanê xwest, di dema derbirîna şahî û xweşiyan de pabendê “ferheng û bihayên bilind ên gelê kurd” bin.
       
      Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê şahî û ahengên referandûma serxwbûna Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Em ji hemû hemwelatiyên Kurdistanê daxwaz dikin, ku di dema derbirîna soz û şahiyên xwe de pabendê ferhendg û bihayên bilind ên gelê mebin.”

    • 15:54

      THY: Di firînên Kurdistanê de ti pirsgirêk tuneye

      Ofîsa Çapemenî ya Rêya Hewayî ya Tirkiyeyê (THY) di daxuyaniya xwe de ragihand ku firînên Stenbol û Hewlêrê dewam dikin û betalkirina firînên ne rast e.

      Reya Hewayî ya Atlasglobalê jî di daxuyaniya xwe de ragihand ku seeta firîna ku wê ji bo Hewlêrê were kirin hatiye pêş û dê ev firîn pêk were.

    • 15:37

      Bahçeli: Barzanî wê bedêla vê pir giran bide

      Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli di axaftina xwe ya ji bo referanduma serxwebûnê de got: “Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wê bedêleke pir giran bide. Wê bibînê bê dewleta serxbixwe çawa dibe kâbus.”

       

    • 15:30

      Çavuşoglu: Em ê perwerdeya Pêşmerge bi dawî bikin

      Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu di axaftina xwe de got: “Em ê perwerdeya leşkerî ku me dida hêzên Pêşmerge bi dawî bikin. Eger li hemberî birayên me yên tirkmen mudaxeleyek bibe em ê dest bi operasyona leşkerî bikin.”

       

    • 15:18

      RTUK wê biryara derxistina Rûdawê ji Turksatê binirxîne

      Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) li hemberî referanduma serxwebûna Kurdistanê gavan diavîne.

      Li gorî nûçeya malpera Haberturkê RTUK wê derxistina televîzyona Rûdawê ji Turksatê binirxîne.

       

    • 15:11

      Sûriye: Em Iraq yekbûyî nas dikin

      Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Welîd Muellim ji bo referanduma serxwebûna Kurdistanê got: “Em tenê Iraqa yekbûyî nas dikin. Em hemû cureyên pêvajoyê ku dê bibe sedema perçebûna Iraqê qebûl nakin.”

    • 15:02

      Mîr Tehsîn û Bavê Şêx jî dengê xwe bi kar anîn

      Mîrê êzdiyên cîhanê Mîr Tehsîn Beg û Bavê Şêx jî dengê xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê bi kar anîn.

       

    • 14:48

      Xrîstiyanên Kurdistanê jî ji bo serxwebûnê dengê erê didin

      Pîra xrîstiyan a 90 salî ku li Kurdistanê dijî dengê xwe bi kar anî. Pîra xrîstiyan ji bo serxwebûna Kurdistanê dengê erê da.

       

    • 14:44

      Fermandarê Pêşmerge: Kerkûk aram e û li bajêr ti pirsgirêk tuneye

      Fermandarê Pêşmerge û berpirsê eniya başûrê Kerkûkê Westa Resûl ragihand ku rewşa Kerkûkê heta niha gelekî aram û li bajêr ti arîşeyek derneketiye.

      Resûl di berdewamiya axaftina xwe de got: “Hêzên Pêşmerge hem Kurdistanê diparêzin, hem beşdarî referandumê dibin û hem jî ji bo serxwebûnê dengê erê didin.”

       

    • 14:38

      Li Xaneqîn û Tuzxurmatûyê 310 hezar dengdêr hene

      Li navçeya Xaneqîn û Tûzxûrmatû nêzî 310 hezar dengder hene, li gorî çavkaniyên herêmî niha li Qeza Xals ya bi ser parêzgeha Diyala ve ku Qezaya Xaneqînê ye li hemberî referanduma Kurdistanê xwepêşandan hat lidarxistin.

      Herweha jêderekî ji navçeya Germiyan ragihand ku piroseya referandûmê li wê deverê berdewame û welatî dengê xwe didin û tu astengî li hember dengdana wan çê nebûne. Li temamê Kurdistanê zêdetirî 5 milyon û 200 hezar welatî ji bo referandumê deng didin.

      IKBY.Referandum
      © AFP 2017/ Safin Hamed
    • 14:33

      Rêjeya beşdariya referandumê pir zêde ye

      Li gorî çavkaniyên herêmî li Kurdistanê rêjeya beşdariya referanduma serxwebûnê pir zêde ye. Kurdistanî bi coş û kelecaneke mezin ji bo dengdayînê diçin ser sindoqan.

      Oy vermek için bekleyen Peşmerge
      © REUTERS/ Azad Lashkari

       

    • 14:23

      Fîlozofê frensî jî li Kurdistanê çavdêriya referanduma serxwebûnê dike

      Fîlozofê frensî Bernard Henri Levî jî li Kurdistanê çavdêriya referanduma serxwebûnê dike. Levi wekî dostê kurdan tê naskirin û ji serî de piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dike.

       

       

    • 14:08

      Emîrê Komelê: Bi coş herin ser sindoqan ku dengê erê bilind derkeve

      Emîrê Komela Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr piştî ku Silêmaniyê dengê xwe bi kar anî got: “Mafê gelê kurd jî wekî yê hemû gelan heye bi azadî bijî. Hêvî dikim hemû alî bi coş herin ser sindoqan ku dengê erê bilind derkeve. Pirbûna deng wê giraniya me zêdetir bike.”

      Referandum - Kurdistan

      Partiya Elî Bapir Komelaya Îslamî piştgiriya xwe ji bo referandumê ragihand

      Hat ragihandin ku Komelaya Îslamiya Kurdistanê ku Elî Bapîr serokatiya wê dike piştgiriya xwe ji bo referanduma serxwebûna Kurdistanê ragihand.
      bêhtir bixwîne
    • 13:48

      Japonî jî piştgiriyê didin referanduma serxwebûnê

      Malbata japonî piştgirirya referanduma serxwebûnê dike
      © Foto: Twitter
    • 13:38

      Talebanî: Referanduma Kurdistanê ji bo ti kesî ne tehdîd e

      Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî li Silêmaniyê piştî ku dengê xwe da got: “Referanduma serxwebûna Kurdistanê ji bo ti kesî ne tehdîd e. Referandum nêrîngirtina gel e û ev pêvajo jî bi dengdanê dest pê kir.”

       

    • 13:22

      Erdogan: Ev hewldana dabeşkar nayê qebûlkirin

      Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de got: Pêngava serxwebûnê nayê qebûlkirin. Biryara Herêmekê di destê kesekî de nîn e. Em vê yekê meşrû nabînin. Rêveberiya Herêmê dê çawa petrolê bifroşe? Dê bifroşe kê? Waneya petrolê di destê me de ye. Çûn û hatin dê bê giritin. Em dê gavên din jî peyderpey eşkere bikin.”

       

      Serokokamarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan

      Şêwirmendê Erdogan: Serxwebûn were ragihandin em nikarin petrolê bifroşin

      Serşêwirmendê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan Îlnur Çevîk di axaftin xwe de ragihand ku heke serxwebûn were ragihandin em hew dikarin petrolê bifroşin.
      bêhtir bixwîne
    • 13:17

      Dengê welatiyan

      Dawxaza min ji hemû hemwelatiyên Kurdistanê ew e ku her li ku derê bijîn, bila zû biçin ser sindoqan û dengê xwe wekî belê bidin. Ez fêhm nakim bê wê çawa kurdek dengê na bi kar bîne. Çawa kurdek dê bi nasnameya xwe ne şanaz be.

       

    • 13:12

      Li derveyê welat hewl didin ku malperên dengdayînê hilweşînin

      Hat ragihandin ku li derveyî welat ji bo malperên dengdayîna referanduma serxwebûnê hilweşînin êriş dikin. Çavkaniyekî ji Komîsyona Bilind a Referandumê jî ev agahî serast kir û got: “Li derveyî welat Haccker dixwazin malperên dengdayînê hilweşînin ku hemwelatî dengê xwe bi kar neyinin.”

    • 13:03

      Yildirim: Heta demeke nêzîk em ê biryara xwe ya mûeyîdeyan bidin

      Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim di hevpeyvîna xwe ya NTVyê de ji bo lidarxistina referanduma serxwebûna Kurdistanê got: “Hetanî demeke kin em ê biryara xwe bidin û ji bo vê gavan biavînin. Hikûmeta navendî ya Iraqê jî daxwaza girtina qada hewayî û deriyên sînor ji me kir. Em mijarê ji nêz ve dişopînin û bi Bexdayê re di nava pêwendiyê de ne.”  

       

    • 12:54
      Mesrur Barzani
      © REUTERS/ Azad Lashkari
    • 12:52

      Serokê Goranê: Min dengê xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê da

      Serokê Tevgera Goranê Omer Seyîd Elî li Silêmaniyê dengê xwe bi kar anî û piştî dengdayînê got: “Referandum ne mijareke siyasî ye û nabe bibe mijareke şexsî jî. Min dengê xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê da.”

      Sekreterê Goranê Omer Seyîd Elî
      © Sputnik/

       

      Goran

      Tevgera Goranê jî biryara xwe ya referandumê da

      Li gorî zanyariyên berdest, Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê şevêdin ji bo gotûbêjkirin û nirxandina referanduma serxwebûna Kurdistanê civiya.
      bêhtir bixwîne
    • 12:43

      Kosret Resûl Elî: Eger baweriya Iraqê bi demokrasiye hebe dê xelkê Kurdistanê pîroz bike

      Cîgirê Yekemîn ê Sekreterê Giştî yê Yêkîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Kosret Resul Elî piştî dengdayînê got: “Eger baweriya Iraqê bi demokrasiye hebe divê xelkê Kurdistanê pîroz bike û bêje ev ceribandineke nû we. Bi vî awayî dê têkiliyên me yên pêşerojê jî ber bi başbûnê ve herin.”

      Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî

       

    • 12:33

      Parlamentera tirkmen: Îro cejna tirkmenan e

      Parlamentera tirkmen Muna Qehwecî di axaftina xwe ya piştî dengdayînê de got: “Îro 25 Îlonê cejna netewî a tirkmenan e, cejna netewî a kurdan e. Gelê me yê tirkmen her li kû dera herêmê bin ji bo ku pergala zext û zorê li ser gelan rabe û ev yek tifaqa herêmê xurt bike diçine ser sindoqan û ji referandûma serxwebûnê dibêjin bele, ji azadiya Kurdistanê re dibêjin belê.”

       

    • 12:23

      Îran, sînorê xwe yê Herêma Kurdistanê girt

      Berdevkê Wezareta Derve yê Îranê Behram Qasimî li Tehranê di axaftina xwe ya civîna çapemenî de got: “Em yekrêziya axa Iraqê diparêzin. Li ser daxwaza hikûmeta navendî ya Bexdayê me deriyên sînor ê Herêma Kurdistanê girtin.”

      Deriyê Xêbûrê

      Gelo deriyê sînor ê Xêbûrê hat girtin?

      Wezîrê Gimruk û Bazirganî yê Tirkiyeyê Bulent Tufenkçi di daxuyaniya xwe de ragihand ku deriyê sînor nehatiye girtin tenê kontrol hatine zêdekirin.
      bêhtir bixwîne
    • 12:18

      Berhem Salih: Min dengê xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê da

      Serokê Lîsteya Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê Berhem Salih ku ev 2 sal bûn bê deng bû û di van demên dawiyê de lîsteya xwe ya serbixwe ragihand li Hewlêrê dengê xwe bikar anî.

      Salih piştî dengdayînê got: “ji bo şehîdên kîmyabarana Helebce, Balîsan, Badînan, ji bo kedkarên şoreşa Kurdistanê, ji bo tekoşerên dêrîn ên vî nîştîmanî, ji bo zîndaniyan û wan kesên ku herdem ji bo serxwebûn û azadiya Kurdistanê xebat kirine, ji bo bav û bapîrên me ku serê xwe ji ber xewna serxwebûna Kurdistanê dane, ji bo jêbirina wê zilma dîrokî ya li gelê me hatiye kirin, min deng da serxwebûna nîştîmanê xwe.”

      YNK - Mela Bextiyar - Kosret Resûl - Sedî Pîre

      Cîgirê Serokê YNKê Berhem Salih ji bo tevlî hilbijartinan bibe partiyek ava kir

      Cîgirê Serokê YNKê yê Mam Celal Talebanî Behram Salih ji bo tevlî hilbijartinên pêş ên Herêma Kurdistanê bibe partiyeke nû ava kir.
      bêhtir bixwîne
    • 12:12

      Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û hevsera xwe Nurgun bi cil û bergên Kurdî li Pîrmamê dengê xwe bi kar anîn.

       

    • 12:01

      Mele Bextiyar: Ev 28 sal in ji bo vê rojê dixebitim

      Bextiyar di berdewamiya axaftina xwe de got: “Îro min bi berpirsyariya sê hestan dengê xwe bi kar anî. Yek welatîbûn, du Xaneqînbûna min û ya sêyemîn jî ji bo baweriya min a bi demokrasiye. Ev 50 sale ez vê rojê xeyal dikim û 28 sal in ji bo vê rojê dixebitim.”

       

    • 11:54

      Neçîrvan Barzanî: Em dixwazin Tirkiye me fêhm bike

      ‘Îro rojeke dîrokî ye’

      Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî ku denga xwe bi kar anî di daxuyaniyeke çapemeniyê de, peyama xwe ragihand û got: “Îro rojeke dîrokî ye bo gelê Kurdistanê, ji ber ku gelê me dixwaze îro dengê xwe bigihîne tevahiya cîhanê. Referandum yekser bo serxewebûn û destnîşankirina sînorên dewleta Kurdistanê nîne, hemû welatên herêmê û cîhanê vê yekê baş dizanin, piştî referandumê em dixwazîn dest bi danûstana ligel Iraqê bikin. Em ji bo hemû aliyan radigihînîn ku Herêma Kurdistanê berî niha çewa faktora aramî û aştiyê bûye. Niha jî û di pêşerojê de jî dê her faktora aramî û aştiyê be. Eger encamên nihayî yên referandumê diyar bûn em ê ligel Bexdayê dest bi gotûbêjan bikin. Lewra em dixwazin hemû pirsgrêk bi awayekî aştiyane werine çareserkirin.”

       

      Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dengê xwe bikar tîne
      © Sputnik/ Osman Başqalî

       

    • 11:51

      Mesûd Barzanî li Pîrmamê dengê xwe bi kar anî

      Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li bajarokê Pîrmam ê giredayî Hewlêrê dengê xwe yê ji bo referanduma serxwebûnê bi kar anî.

      IKBY Başkanı Mesud Barzani oyunu başkent Erbil'de kullandı
      © REUTERS/ Azad Lashkari
    weşana zindî
    Referandûma Herêma Kurdistanê bi rê ve çû
    +

    Bi heman mijarî:

    Nivîskarê Sozcuyê: Nebin nexweşê şer, ka we digot kurd û tirk bira ne
    Li navenda bajêr şer: 14 kuştî
    Kerîm: Daxwaz ji gelê Kerkûkê dikim ku dengê xwe bi kar bînin
    Gelo deriyê sînor ê Xêbûrê hat girtin?
    Şêwirmendê Erdogan: Serxwebûn were ragihandin em nikarin petrolê bifroşin
    Etîketan:
    Referanduma serxwebûna Kurdistanê, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de