18:03 11 Kanûn 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Ji Barzanî bo cihanê: Gelê Kurd sibê biryara xwe dide

    © REUTERS/ Khalid al Mousily
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Xalên girîng ên di axaftina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de derketine pêş wiha ne:

    Herêma Kurdistanê di demên borî de rastî êrişên kîmyewî hat. Rastî polîtîkayên tehcir û asîmileyê hatin. Di qetlîamên wekî Enfal û Helepçeyê de bi hezaran jin û zarok hatin kuştin.

    Di 2003an rejima beas herifi û pêvajoyeke nû dest pê kir. Wê deme em gelekî bi hêvî bûn û me dixwest Iraqe federal ku bikaribin bi hev re bijîn ava bikin.

    Di sala 2005an de Destûra Bingehîn a nû hat damezrandin. Heke nûnerên xelkê Kurdistanê di vê referandumê de deng nedabûna ev Destûra BingehÎn nedihat qebûlkirin.

    'JI BO KURD RASTÎ KARESATAN NEYÊN ME EV BIRYAR DA'

    Ji bo çareseriya pirsgirêkan rêya herî baş serîlêdana gel e. Ji bo em çareseriyekê bibînin me gelek hewl da. Di encamê de em gihîştin vê baweriyê ku ev pirsgirêk nayên çareserkirin û di 7ê Hezîranê de me biryara referandumê da.

    ​Ji bo ku careke din ev karesat neyên serê xelkê Kurdistanê me biryara referanduma serxwebûnê da. Referandum gava pêşî ya ber bi serxswebûnê ye. Ev pêvajo pêvajoyeke pir dirêj e. Nayê vê wateyê ku wê sînor werin diyarkirin û bilez veqetandin çêbibe.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî ji bo dawîanîna pirsgirêkên Kerkûkê kete tevgerê
    Rojnameyên Brîtanî ji bo referandûmê: Cihê Barzanî di nav gelê wî de xurt kir
    Barzanî: Bila peyama min bi zelalî bigihîje rayedarên tirk
    Barzanî ji bo referandûm û serxwebûnê: Ne Kurdan, werin min ceza bikin!
    Mesrûr Barzanî: Em jî wek her neteweyê ne
    Etîketan:
    Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de