18:16 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Qeymeqamê Şingalê Mehma Xelîl

    Qeymeqamê Şingalê: Ne tenê Kurd, Ereb jî dixwazin beşdarî referandûmê bibin

    © Sputnik/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 144 0 0

    Qeymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji Spûtnîk Kurdistanê re ragihand ku li navçeya Şingalê ji bilî Kurdan, Ereb jî amade ne beşdarî Refrandûma Kurdistanê bibin.

    Osman Başqali

    Li navçeya Şingalê tevahiya berhevî hatîne kirin ji bo ku xelkê wê navçeyê sibê beşdarî proseya dengdana referandûma serbexweya Herêma Kurdistanê biket û tê çaverêkirin, piraniya dengê xelkê wê ‘Belê' be.

    Mehma Xelîl Qaymeqamê Şingalê taybet bo Spûtnîk Kurdistanê ragihand, "Komisyona hilbijartina li herêma Kurdistanê tev amadekarî bo birêveçûna piroseya refrandûmê li navçeya Şingalê kirîne"

    Mehma Xelîl da zanîn ku 8 bingehên bo dengdanê li Şingalê hatine vekirin û dê sibe xelkê navçeyê li wan navendan dengê xwe bidin.

    ‘LI ŞINGALÊ JI BILÊ KURDAN, EREBÊN REBÎEYÊ JÎ DIXWAZIN BEŞDARÎ REFERANDÛMÊ BIBIN'

    Qeymeqamê Şingalê li ser rêjeya xelkê Şingalê got, "Ta niha nêzî 30% ji xelk vegeriyaye û amade ne bi ‘Belê' dengê xwe bidin serxwebûna Herêma Kurdistanê. Ji bilî Kurdan, Erebên navçeya Rebîe ya nêzî sînorê Sûriyê, ew jî amade ne bi dengê ‘belê' beşdarî vê pirosê bibin ji ber ku sindoq li navçeyên wan jî hatîne danîn."

    ‘YPG Û YPŞ LI ŞINGALÊ JI REFERANDÛMÊ RE NABIN ASTENG'

    Xelîl li ser rewşa ewlehiya navçeyê û tirsa beşek ji xelkê ji bo beşdariya referandûmê ragihand, "Rewşa devera Şingalê pir aram e û tu metirsî li ser jiyan xelkê nîne ku bibe sedem beşdariyê nekin. Sebaret hêzên Iraqê û hêzên YPŞ û YPG li Şingalê xuya kir ku ew hêz nabin rêgir û bi tu awayî pirosê astengî nakin."

     

    Bi heman mijarî:

    Encûmena Referandûmê: Nayê paşxistin!
    Tirkiyê operasyona hewayî bi ser Herêma Kurdistanê de pêkanî
    Beriya referandûma serxwebûnê bi rojekê rewşa Kerkûkê
    John Bolton 'Piştgiriyeke bihêz' da referandûma serxwebûnê
    Ji Abdullah Gul daxuyaniya referandûmê: Rê nedin destpêkirina şerê Ereb û Kurdan!
    Dîplomatê Fransî: Kurdistana serbixwe nêzîk e, divê Kurd yekîtiya xwe biparêzin
    Di nav 6 mehan de 56 Kurd li Îranê hatin bidarvekirin
    '300 hezar ereb beşdarî referandûmê dibin'
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de