20:55 12 Kanûn 2017
Zindî
    Referandûma Serxwebûna Kurdistanê - Keleha Kerkûkê

    Beriya referandûma serxwebûnê bi rojekê rewşa Kerkûkê

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Beriya referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê bi rojekê helwesta parêzgeha Kerkûkê ji nêzîk ve tê şopandin ku beşek ji Tirkmenan dibêjin, ew dê referandûmê boykot bikin, beşeke din jî piştgiriya xwe diyar dikin.

    Hikmet Durgun

    Ji ber amadekariyên referandûmê li gelek deverên bajarê Kerkûkê alên Kurdistanê hatine hildan û li ser keleha Kerkûkê jî aleke mezin a Kurdistanê hatiye daliqandin.

    Li sûk û bazaran anku li her deran behsa referandûmê tê kirin û ji bo ewlekariya referandûmê jî di çûnûhata bajêr de gelek xalên kontrolê hatine danîn û asayîş li hûndirê bajarê Kerkûkê jî tedbîrên ewlekariyê wergirtine.

    Her çiqas kelecana referandûmê hebe jî li aliyekî jî metirsî û fikarên hemwelatiyan hene ku ew jî, daxuyaniyên Îran û Tirkiyê yên girtina deriyên sînoran e.

    Bajarê Kerkûkê bendewariya referandûma 25ê Îlonê ya Herêma Kurdistanê dike
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Bajarê Kerkûkê bendewariya referandûma 25ê Îlonê ya Herêma Kurdistanê dike

    Tê çaverêkirin li Kerkûkê hin partiyên Tirkmenî û Ereb referandûmê boykot bikin.

    Dê hin rêxistinên Tirkmenî yên ku Eniya Tirkmenên Iraqê pêşengiya wan dike, referandûmê boykot bikin. 9 partiyên Kerkûkê jî bangewaziya çûyîna ser sindoqên dengdanê kirin.

    Avahiya Eniya Tirkmenên Iraqê li Kerkûkê ji aliyê çekdarên Tirkmen ve tê parastin.

    Avahiya Serokatiya Eniya Tirkmenên Kerkûkê
    Avahiya Serokatiya Eniya Tirkmenên Kerkûkê

    Spûtnîkê beriya referandûmê rewşa Kerkûkê şopand.

    BERPIRSÊ YNKÊ: TEVAHIYA KERKÛKÊ JI ALIYÊ PÊŞMERGE VE TÊ PARASTIN

    Berpirsê Têkiliyên Kerkûkê yê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê Hoşyar Abdulrahman ji Spûtnîkê re diyar kir, dê li Kerkûkê bi rêjeyeke zêde dengê ‘Belê' bo referandûmê derkeve û got, "12 sal çêbûn ku li Kerkûkê hilbijartin nebûye. Ji berê ve alozî li Kerkûkê heye. Ji ber ku ti yasayê me yên rêkûpêkî tune ne. Kerkûk paytexta wan navçeyên gengeşî li ser tê kirin e. Li Kerkûkê daxwaziyeke ku referandûm bê betalkirin heye. Tevahiya Kerkûkê ji aliyê pêşmerge ve tê parastin. Heşda Şebî tenê li herêma Taze heye. Di navbera Heşda Şebî pêşmerge de ti aloziyek nîne."

    ‘ÎDIAYÊN JI SEDÎ 70YÊ KERKÛKÊ TIRKMEN IN, NERAST IN'

    Abdulrahman bal kişand ser ku parêzgarê Kerkûkê ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin û wiha pê de çû: "Biryara betalkirina erka parêzgar ji aliyê hikûmeta Iraqê ve nayê qebûlkirin. Kerkûk herêma sereke ya navçeyên nîqaş li ser tê kirin e. Ne hikûmeta navendî ne jî ya Herêma Kurdistanê nikarin bi serê xwe biryarê li ser bidin. Îdiayên ku ji sedî 70yê Kerkûkê Tirkmen in, ne rast in. Ev gotina Serokwezîrê Tirkiyê nerast e. Li tevahiya Iraqê nifûsa Tirkmenan ji sedî 13 ye."

    Abdulrahman hatina leşkerên Amerîkî bo Kerkûkê diyar kir ku ew bi tiştekî wiha haydar nebûne.

    ENIYA TIRKMEN REFERANDÛMÊ BOYKOT DIKE

    Serokê Giştî yê Eniya Tirkmenan Erşad Salihî jî ji Spûtnîkê re da xuyakirin ku ew dê referandûmê boykot bikin û naxwazin li taxên Tirkmenan sindoqên referandûmê werin danîn.

    NIŞTECIHÊN KERKÛKÊ AŞTIYÊ DIXWAZIN

    Tirkmenê bi navê Ebdo Muhamed li Kerkûkê piştgiriya xwe bo referandûmê diyar kir û got, ew dê dengê xwe bidin û ew dixwazin li Kerkûk di nav aştiyê de bijîn, lê hêzên derve vê asteng dikin.

    Muhammed da zanîn ku her çiqas ji ber referandûmê hinek alozî li Kerkûkê hebe jî Kurd, Tirkmen, Ereb û pêkhateyên din dixwazin bihevre bijîn.

    'DÊ LI KERKÛKÊ BI QASÎ SEDÎ 70Ê DENGÊ 'BELÊ' DERKEVE'

    Kurdê Kerkûkê Mehsûm Elî jî ji Spûtnîkê re diyar kir, dê hejmareke zêde ya Kurdên Kerkûkê dengê ‘Belê' bidin û wiha axivî: "Dê hemû Kurd di referandûmê de nebêjin belê. Goran û Komela Îslamî piştgiriyê nadin. Dê beşeke mezin a Tirkmen û Ereban dengê Belê bidin. Dê di di referandûmê de bi qasî sedî 70ê dengê ‘Belê' derkeve. Encam çi dibe bila be, divê hurmet jê re bê girtin. Gelê Kerkûkê dixwazin di nav aştî û biratiyê de bijîn."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Tirkiyê operasyona hewayî bi ser Herêma Kurdistanê de pêkanî
    John Bolton 'Piştgiriyeke bihêz' da referandûma serxwebûnê
    Ji Abdullah Gul daxuyaniya referandûmê: Rê nedin destpêkirina şerê Ereb û Kurdan!
    Dîplomatê Fransî: Kurdistana serbixwe nêzîk e, divê Kurd yekîtiya xwe biparêzin
    Di nav 6 mehan de 56 Kurd li Îranê hatin bidarvekirin
    '300 hezar ereb beşdarî referandûmê dibin'
    Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê: Çavdêrên navdweletî beşdarî referandûmê dibin
    Keça Serokkomarê Iraqê vîdyoya xwe ya dengdana bo referandûmê weşand
    9 partî li Kerkûkê ji bo referandûmê civiyan
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de