16:47 18 Hezîran 2018
Afîşên Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ya 25ê Îlona 2017an

'300 hezar ereb beşdarî referandûmê dibin'

© REUTERS / Ako Rasheed
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Berdevkê eşîrên erebên deşta Nînewa Muzahim El Huwêt ragihand, derdora 300 hezar erebên deşta Nînewa dê beşdarî referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê bibin.

Berdevkê eşîrên ereb yên deşta Neynewa Muzahim El Huwêt li ser referandûma serxwebûna Kurdistanê ji rojnameya erebî ya Şerq El Ewset re gotiye, erebên deşta Nînewa xwe welatiyên Kurdistanê dibînin ji ber wê jî dê beşdarî referandûmê bibin û dengê "erê" bidin.

Muzahim El Huwêt her wiha gotiye, derdora 300 hezar erebên deşta Nînewa dê roja referandûmê biçin ser sindoqan û piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bikin.

'DIXWAZIN DEVERÊN WAN BI FERMÎ BIKEVIN SER KURDISTANÊ'

El Huwêt daye xuyakirin ku cih û warên wan ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatine azadkirin û diyar kiriye, ew daxwaz ji Barzanî û NY dikin deverên wan bi fermî bikevin ser Herêma Kurdistanê.

Sibe 25ê Îlonê referandûma serxwebûnê birêve diçe ku navçeyên nakokî li ser wan heye jî beşadar dibin.

Bi heman mijarî:

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê: Çavdêrên navdweletî beşdarî referandûmê dibin
Keça Serokkomarê Iraqê vîdyoya xwe ya dengdana bo referandûmê weşand
Hêzeke dijîtrorê gihişt Kerkûkê û Pêşmerge di amadebaşiyê de ne
9 partî li Kerkûkê ji bo referandûmê civiyan
Serokê partiya turkmenan: Em referandûmê boykot dikin
Serokê şandeya Kurdistanê li Bexdayê: Piştî referandûmê deriyê diyalogê vekirî ne
Etîketan:
Kurdistan, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de