18:44 15 Kanûn 2017
Zindî
    Referandûm - Kurdistanê

    Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê: Çavdêrên navdweletî beşdarî referandûmê dibin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 10

    Şêwirmendê Medyayê yê Serokê Herêma Kurdistanê Kîfah Mehmûd ji Spûtnîkê re ragihand ku Kerkûk beşdarî referandûmê serxwebûna Herêma Kurdistanê dibe û eşkere kir ku çavdêrên navdewletî hatine Kurdistanê daku çavdêriya referandûmê bikin.

    Mehmûdî teqez kir ku Kerkûk ku di nav herêmên nakok de ye dê tev li referandûmê bibe.

    Herwiha şêwrimendê medyayî yê Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku sindoqên dengdanê gihiştine  Kerkûkê û piraniya herêmên di çarçoveya madeya 140î de û biyar hatibû dayîn referandûm li wan were kirin.

    "KERKÛK, XANEQÎN Û MENDELÎ JÎ BEŞDAR DIBIN"

    Mehmûdî diyar kir ku referandûm dê li her çar parêzgehên herêmê, Hewlêr, Duhok, Silêmanî û helebceyê pêk were û herwiha dê li Şingal, Zumar, Mexmûr, Kerkûk û beşên ji parêzgeha Diyalayê wek Xaneqîn û Mendeliyê jî pêK were."

    Rayedarê kurd teqezî li ser wê jî kir ku dê zor li ti kesî neyê kirin daku dengê erê yan na bide.

    "NÛNERÊN PARLEMENTOYA EWROPAYÊ JÎ DI NAV DE NE"

    Mehmûdî destnîşan kir ku "çavdêrên bavdewletî ji seranserê cîhanê dê çavdêriya pêvajoya referandûma serxwebûna herêmê Kurdistanê bikin ku nûner û parlementerên ewopî jî di nav wan de hene.

    Ji aliyê din ve, Mehmûdî diyar kir ku ew ê her kesî vexwînin daku çavdêriya referandûmê bikin û dixwazin ku tîmên çavdêriyê ji Bexdayê jî beşdar bibin daku encamên wê şefaf bin.

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Baroya Amedê dê referandûma Kurdistanê bişopîne
    Komîsyona referandûma Kurdistanê heta 4ê Îlonê mohlet da
    Li ber avahiya NYyê xwepêşandana referandûma serxwebûnê tê lidarxistin
    Ebadî: Referandûma Kurdistanê welêt ber bi tûnela tarî ve dibe
    Qanûna referandûma serxwebûna Katalonyayê hat qebûlkirin
    Referandûma serxwebûnê rewşa tîma Barcelonayê xist xeterê
    Etîketan:
    Kîfah Mehmûd, kerkûk, Duhok, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de