16:50 18 Hezîran 2018
Kerkûk

9 partî li Kerkûkê ji bo referandûmê civiyan

© Sputnik / Dmitriy Vinogradov
Kurdistan
Lînkê kurt
Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
0 0 0

9 partiyên Kurdistanî yên li Kerkûkê ji bo gotûbêja pêvajoya referandumê li parêzgeha Kerkûkê civiyan û bi daxuyaniyekê ragihandin ku dê beşdarî referandumê bibin û pabendî biryara Encumena Bilind a Referandûmê ne.

Ji bilî Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran û Komela Îslamî ya Kurdistanê, 9 partiyên Kurdistanî li Kerkûkê civiyan û daxwaz ji xelkê Kurdistanê dikin ku roja 25ê Îlona 2017an biçin ser sindoqan û dengê xwe yê 'Belê' bidin ji bo cihêbûna ji Iraqê.

Herwiha partiyên Kurdistanî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji bo serperiştî û birêveçûna referandûmê piştgirî didin birêveberiya parêzgehê û ji ber parastina pêvajoyê destxweşî li hêzên ewlehiyê dikin.

Hêjayî gotinê ye ku peyamnêrê Spûtnîkê ragihandibû ku YNK xwestiye referandûm li Kerkûkê were bipaşdexistin lê PDKê qebûl nekiriye.

Mijar:
Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

Bi heman mijarî:

Berdevkê hozên êşîrên ereb ji bo serdana Barzanî ya Kerkûkê daxuyaniyek belav kir
PDK: Qedera biryara parlementoya Iraqê dê wek biryara li dijî alaya li Kerkûkê be
Lîderê Milîşeyên Bedir: Pêşmerge ji bo fişarê li ereb û tirkmenan bike, diçe Kerkûkê
Ji Bexdayê gaveke bi talûke: Amediya jikardurxistina Waliyê Kerkûkê tê kirin
‘Bila Waliyê Kerkûkê bi darê zorê ji kar were dûrxistin'
Pêşmerge beriya referandûmê hêzên nû dişîne Kerkûkê
Etîketan:
Kerkûk, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de