13:24 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Referandûm - Kurdistanê

    Referandûm li Kerkûkê jî dê bi rê ve biçe

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 22820

    Piştî ku medyaya Herêma Kurdistanê ragihand ku Bafil Talebanî derbarê referandûmê de daye û tê de gotiye, wan pêşniyarên navdewletî qebûl kiriye û referandûm hatiye bipaşdexistin, Encûmena Bilind a ReferandÛmê ragihand ku referandûm nehatiye bipaşdexistin.

    NRTyê ragihand ku kurê Serokê YNKê, Bafil Talabanî daxuyaniyek daye û tê de ragihandiye ku YNK û PDK pêşniyara Amerîka û NYyê qebûl kiriye.

    Îro roja şemiyê 23ê Îlona 2017an kurê Celal Talebanî, Bafil Talabanî li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ya Facebookê di derbarê referandûmê de peyamek belav kiriye û ragihandiye ku li ser alternatîva referandumê li hev kiriye. Lê piştî çend xulekek peyam hatiye jêbirin.

    Rojnamevanê brîtanî Richard Spencerî li ser rûpela xwe ya Twitterê diyar kir ku YNK li dijî pêkanîna referandûmê derdikeve û pêşniyara DYA û NYyê qebûl dike lê Bafir Talabanî gotiye, PDKê li ser referandûmê îsrar dike, YNKê dê rê li ber negire lê kêşe Kerkûk e.

    ​Ji aliyê din ve, Rûdawê ragihand ku Encûmena Bilind a Referandûmê teqez kiriye ku referandûm dê dema xwe were pêkanîn.

    Li gorî nûçeya Rûdawê, Encûmena Bilind a Hilbijartinê daxuyaniyek daye û tê de wiha gotiye: "Hin medya û dezgehên ragihandinê, li ser bingeha ofîsa Birêz Pavêl Talebanî îdiayek belav kirine ku goya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) pakêta Neteweyên Yekbûyî, Amerîka, Fransa û Brîtanyayê pesend kirine û referandum dê neyê pêkanîn."

    Herwiha li gorî heman çavkaniyê, encûmenê teqez kiriye ku referandûm dê di dema xwe de were kirin û nayê bipaşdexistin.

    Ji aliyê din ve, NRTyê ragihand ku medyaya PDKê teqez kiriye ku gotinên Bafil Talabanî ne rast in û referandûm dê di dema xwe de were kirin.

    Televizyona Rûdawê di bultena xwe de diyar kir ku Bafil Talabanî ji wan ragihandiye ku ev daxuyaniya hatiye belavkirin ne ya wî ye lê li ser navê wî hatiye belavkirin.

    Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemedî ragihand ku haya wan ji rêkeftina li ser navê Bafil Talabanî eşkere kiriye tine û piştî demeke kurt birêz Bafil Talabanî jî dê tekzîbê ji bo wê daxuyaniyê belav bike.

    Şêwirmendê medyayî yê Serokê Herêma Kurdistanê Kîfah Mehmûd ji Spûtnîkê re teqez kir ku referandûm dê di dema xwe de pêk were û gotegot dê wê bi paş de nexin.
    Herwiha Mehmûdî teqez kir ku ew nûçeyên dibêjin referandûm dê were bipaşdexistin, ji binî ve derew in.

    Şêwirmend û Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê Hêmin Hewramî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê ji balyozê Fransayê re careke din gotiye, referandûm dê di dema xwe de were kirin û gotûbêj piştî 25ê mehê ne.

    ​Peyamnêrê Spûtnîkê Hikmet Durgun li Kerkûkê ragihand ku îdîayên betalkirina referandûmê li Kerkûkê derew in û referandûm dê li Kerkûkê were kirin.

    Herwiha peyamnêrê Spûtnîkê diyar kir ku bi rayedaran re axiviye ku wan jÎ jê re teqez kiriye ku sindoq li hemû dibistanan hatine bicihkirin û referandûm dê pêk were.

     

    Bi heman mijarî:

    Rexistina terorîst ji ber referandumê Kurdistan tehdîd kir
    Îran: Kurdistan cuda bibe, em ê dergehên sînorî bigirin
    Li bajarê Hanoverê konferansa aborî ya Kurdistan û Almanyayê
    ‘Kurdistan ji bo ti welatî nabe gef'
    ‘Me çawa Kurdistan parastiye emê sînorê dewleta wê jî biparêzin’
    ‘Kurdistan dê bibe endamê FIFAyê'
    Etîketan:
    YNK, PDK, Mesûd Barzanî, DYa, Fransa, Kurdistan, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de