06:59 14 Kanûn 2017
Zindî
    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ahenga referandûma serxwebûnê ya Duhokê

    Rojnameyên Brîtanî ji bo referandûmê: Cihê Barzanî di nav gelê wî de xurt kir

    © REUTERS/ Ari Jalal
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 20

    Rojnameyên brîtanî bi giringî behsa referandûma serxwebûna Kurdistanê kir ku The Guardianê diyar kir ku referandûmê cihê Barzanî di nav gelê wî de xurt kir.

    The Gurdianê gotara xwe ya destpêkê bi navê "Referandûm û dozeke dadmend" ji bo referandûma Herêma Kurdistanê veqetand.

    Rojnameyê bi pirsa "eger referandûma Kurdistanê ne niha be, nexwe bila kengî be" dest pê kir û diyar kir ku ev pirsyara kurdên herêma Kurdistanê ye ku dipirsin û dixwazin mafê xwe yê çarenûsê pêk bînin.

    "ME ŞERÊ DAIŞÊ KIR Û DIVÊ EM WERIN XELATKIRIN"

    Herwiha rojnameyê destnîşan kir ku kurd rola xwe di şerê li dijî DAIŞê de bi bîr tînin û dixwazin ku bên xelatkirin.

    Ji aliyê din ve, rojname balê dikişîne ser bertekên herêmî û navdewletî û wiha dibêje: "Welatên din ên wek Iraq, Amerîka, Îran, Tirkiye, Erebistana Siûdî, Brîtanya, Yekîtiya Ewropayê û Komkara Erebî bertekên neyênî dan daxwaza kurdan"."

    "REFERANDÛM NE DAWIYA RÊYÊ YE".

    Rojname hevpeyvîna xwe amaje bi gotinên serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dike ku gotibû, "referandûm ne dawiya rê ye lê ew ê daxwaza gelê Kurdistanê  diyar bike."

    The Guardian teqez dike ku referandûma serxwebûna Kurdistanê dê pêgeh û cihê Barzanî di nav gelê wî de xurt bike li gel ku tiştên dê werin bidestxistin gelekî ne zelal in jî.

    Ji aliyê din ve, rojname misoger dike ku nabe xewna kurdan bê piştguhkirin û eger were piştguhkirin jî dê bedêleke wê hebe.

    Tilda
    © REUTERS/ Ari Jalal
    "BIRÎNÊN BERÊ, WÊREKÎ DA KURDAN"

    Rojnameya brîtanî ya The Timesê cih da nivîseke Richard Spencerî bi navê "Birînên Berê wêrekî da kurdan ku pişkê li ser encamên referandûmê biavêjin".

    Nivîskarê brîtanî di nivîsa xwe de got, "lêdana Helebceyê bi çekên Kîmyewî ya ku gelek kurd tê de bûn qurbanî, dîroka nû ya herêmê nivîsî."

    Spencer behsa bûyerên Helebceyê dike û cih dide axiftina Cibrîl Omer Mecîd ku niştîcihekî Helebceyê bû ku gotibû "mirî wiha bûn wek ku ketibin rêzê. Term bi ser hev de kom bûbûn".

    Nivîskarî jî bal kişand ser helwesta DYAyê li dijî referandûmê bê çawa xwestiye referandûmê bi paş de bixe û gotiye, dê alî wî neke eger referandûmê pêk bîne."

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Misirê li ser referandûma Kurdistanê daxuyanî da
    Tirkiyê bang li Herêma Kurdistanê kir: Dev jê berdin û betal bikin!
    Mcgurk bo referandûma Kurdistanê: Li pişt deriyan hevdîtin didomin
    Partiya Lîberal û ya Dadwer a Rûsyayê piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dikin
    Ji KENYê daxuyaniya referanduma serxwebûna Kurdistanê
    Siûdî ji bo referandûma Kurdistanê alternatîvek pêşnîyar kir
    Etîketan:
    Mesûd Barzanî, Brîtanya, Amerîka, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de