18:40 15 Kanûn 2017
Zindî
    Referandûm - Kurdistanê

    Dengdana referandûma serxwebûnê destpê kir: Kurdekî li Çînê dengê xwe da

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Dengdana referandûma serxwebûna Kurdistanê ya hemwelatiyên Herêma Kurdistanê yên derveyî welat bi fermî dest pê kir û dengê yekemîn li

    Rêveberê Giştî yê Zanyariyan li Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandûma Herêma Kurdistanê, Karwan Celal ragihand: "Yekemîn deng di proseya referadûma Herêma Kurdistanê de li welatê Çînê hatiye dayîn."

    Li gor nûçeya Rûdawê Karwan Celal got, "Ji ber ciyawaziya demê, dengdan bi rêya internetê (Online) li welatê Çînê dest pê kir û yekemîn deng bo referandûmê jî li wî welatî hat dayîn."

    DENGDANA DERVEYÎ WELAT 23YÊ ÎLONÊ BERDEWAM DIKE

    Komîsyona Bilinda Referandûm û Hilbijartinê ya Herêma Kurdistanê berî niha ragihandibû ku dengdana Kurdistaniyên li derveyî welat 23yê Îlonê dest pê dike û heta 25ê Îlonê anku roja dengdana giştî berdewam dibe.

    Hêjayî bîrxistinê ye, komîsyonê bi mebesta dengdana welatiyên li derve malpereke taybet ji bo dengdana elektronîkî vekiriye.

    Bi heman mijarî:

    Parlamentarê AK Partiyê, rêya destwerdana Mûsil û Kerkûkê nîşan da
    Serokomariya Iraqê: Em biryara KENYê pêşwazî dikin
    Lavrov: Rûsyayê li ser astengkirina têkoşîna terorê Amerîka agahdar kir
    MGK: Referandûma ‘Bakurê Iraqê’ nemeşrû ye, nayê qebûlkirin
    Mcgurk bo referandûma Kurdistanê: Li pişt deriyan hevdîtin didomin
    Li Şingalê teqîn: 3 kesan can da
    Etîketan:
    Kurdistan, Çîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de