12:00 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Şerê li Şingalê

    Li Şingalê şer di navbera Heşdî Şeibî û YBŞê de derket

    © AP Photo/ Seivan Selim
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 22302

    Medyaya Herêma Kurdistanê ragihand ku li herêma Şingalê şer û pevçûn di navbera Yekîneyên Berxewdana Şingalê û Heşdî Şeibî de derketiye.

    Li gorî medyaya herêmî, Heşdî Şeibî xwestiye hêzên xwe di xala YBŞê ya nêzîkî nêzîkî Xanesorê derbas bilke lê YBŞê rê nedaye û di encamê de şer derketiye.

    NRTyê ragihand ku şer li herêma Şiloyê ya rojavayê Xanesorê derketiye û kuştî û birîndar hene.

    Herwiha heman çavkaniyê ragihand ku Heyder Şeşo, Fermandarê Hêzên Parasina Êzidîxanê ragihandiye ku "şer hîn berdewam e û hîn rewş neketiye bin kontrolê."

    Kurdsatê ragihand ku aet 2yê piştî nîvrojê şer derketiye û di encamê de çend endamên Heşdî Şeibî hatine kuştin û hinek jî birîndar bûne.

    Li gorî malpera Rûdawê, sê endamên Heşdî Şeibî hatine kuştin û heft jî birîndar bûne û 2 şervanên YBŞê jî jiyana xwe ji dest daye.

    Bi heman mijarî:

    YJŞ: Em ê li Şingalê xweseriyê ragihînin
    Qeymeqamê Şingalê: Em midaxeleya Tirkiyeyê qebûl nakin
    Qeymeqam Mehma Xelîl: Bila Tirkiye û PKK şerê xwe neyînin Şingalê
    YNK: Yek xwediyek Şingalê heye ew jî Hikumeta Kurdistanê ye
    Amerîka: Em hevdîtin bo rageşiyên li Rojava û Şingalê pêk tînin
    CHP bo êrişa Şingalê: Pêngaveke derengmayî û erênî ye
    Daxuyaniya Erdogan bo Şingalê: Dibe ku em şevekê ji nişka ve werin
    Parlamentera HDPê ji bo Şingalê banga avakirina şandeyên netewî û navnetewî kir
    Etîketan:
    Heşdî Şeibî, YBŞ, Xanesor, Şingal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de