13:24 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Neteweyên Yekbûyî NY

    UNPOyê piştgiriya xwe bo referandûma Kurdistanê eşkere kir

    © AFP 2017/ DON EMMERT
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    194 0 0

    Rêxistina Neteweyên Nûnertiya wan li Neteweyên Yekbûyî nayê kirin (UNPO) ku navenda wê li Bruksel a paytexta Belçîka ye, bi daxuyaniyekê piştgirî da referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê.

    Di daxuyaniya UNPOyê de piştgiriyeke xurt bo referandûma 25ê Îlonê ya Herêma Kurdistanê hat dayîn û hat gotin, gelê Kurd demeke gelekî dirêj e li benda çarenivîsa xwe ye.

    UNPOyê wiha piştgirî da referandûmê: "Ev referandûm gelekî girîng e ji bo xelkê Kurdistanê û derfeteke girîng e ji bo çareserkirina pirsa Kurdî bi awayekî siyasî û ligel wê çarekirinê, wê mafê ew grûpên olî û netewî yên li Kurdistanê dijîn bê parastin."

    UNPOyê herwiha rexne li hikûmeta Bexdayê kir û got, "Heger xelkê Kurdistanê gotin belê ji serxwebûnê, divê ew jî bi awayekî erênî pêşwaziya biryara xelkê Kurdistanê bike."

    Rêxistinê ji civaka navdewletî jî daxwaza rêzgirtinê ji bo biryara gelê Kurdistanê kir.

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Iraqê: Em ê piştî referandûmê bi Kurdistanê re gotûbêjê bikin
    Li Stenbolê balafir ji ser pîstê şemitî û şewitî
    Li Colemergê şer: Leşkerek mir, 4 jî birîndar bûn
    Muslim li ser hilbijartinên Rojava got: Em ji bo rêvebirina xwe destûrê ji kesî nexwazin
    Parlamentoya Tirkiyê bi lezgîn dicive: Referandûm û tezkereya dersînor di rojevê de ye
    Merasîma Xelatên Apê Musa hat qedexekirin
    Etîketan:
    Ewropa, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de