10:16 22 Sibat 2018
Zindî
    Mesûd Barzanî û referandum

    Barzanî daxwaza Fransayê red kir

    © REUTERS/ Ari Jalal
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaza Serokê Fransa Emanuel Macronî bo bipaşdexistina referandumê red kir û ragihand, referandûm dê di dema xwe ya diyarkirî de were encamdan.

    Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku Serokê Fransa Emanuel Macron îro bi rêya telefonê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî axiviye û her du aliyan li ser mijara referandûma serxwebûnê gotûbêj kirin.

    Li gorî daxuyaniyê, di vê hevdîtina telefonî de Serokomarê Fransa pesnê Kurdistanê da ye û rola Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê û hewandina aware û lêqewimiyan bilind nirxandine.

    'MACRON PIŞTGIRIYA YEKÎTIYA AXA IRAQÊ KIR'

    Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje ku Emanuel Macron di vê pêwendiyê de, "herwiha piştevaniya welatê xwe bo yekparçeyiya Iraqê û mafên gelê Kurdistanê di çarçoveya destûra Iraqê de anî ziman û daxwaza paşxistina referandumê kir."

    Di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin: "Di beramber de Barzanî spasiya Serok û hikûmet û gelê Fransayê kir ji bo piştgiriya berdewam a wan bo Kurdistanê û ragihand jî, ku referandum dê di dema xwe ya diyarkirî de were encamdan."

    'DERIYÊ GOTÛBÊJAN NEHATINE DAXISTIN'

    Barzanî herwiha ji Macron re gotiye: "Deriyê gotûbêjê nehatine daxistin û piştî referandumê, Kurdistan dê li gel Bexdayê gotûbêjê bike."

    Bi heman mijarî:

    Parlamentoya Tirkiyê bi lezgîn dicive: Referandûm û tezkereya dersînor di rojevê de ye
    Şêwirmendê Barzanî: Em ji bo paşxistina referandûmê re amade ne
    Şandeyeke kurdî dê sibe ji bo gotûbêjkirina referandûma serdana Bexdayê bike
    Dema bidawîbûna propagandaya referandûmê diyar bû
    Parlementoya erebî bangî Barzanî dike ku referandûmê bi paş de bixe
    Etîketan:
    referandûm, Serokatiya Herêma Kurdistanê, Emmanuel Macron, Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de