21:23 18 Sibat 2018
Zindî
    Alaya Kurdistanê

    Encûmena Referandûmê projeya Dewleta Kurdistanê radigihîne

    © AFP 2018/ FABRICE COFFRINI
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 10

    Piştî ku Encûmena Referandûmê bi serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re civiya daxuyaniye derbarê referandûmê da û tê de biryar da ku referandûm di dema diyarkirî de were pêkanîn

    Di daxuyaniya encûmenê de hat diyarkirin ku geşedanên siyasî û helwestên nû yên civata navdewletî û yên Iraqê hatine nirxandin.

    Li gorî daxuyaniyê encûmenê çar biryar dane:

    Yekem; ji ber ku heta niha alternatîveke ku cihê referandûmê bigire negihiştiye wan û dema guncav jî nemaye, eger misogeriyên temam bo serxwebûnê Kurdistanê neyên dan, referandûm dê di dema diyarkirî de pêk were.

    Duyem: deriyê diyalogê li gel Bexdayê dê vekirî bimîne û dê dema pêwîst bo wê jî were dayîn.

    Sêyem; Biryar hat dayîn ku şandeyeke ji Encûmena Bilind a Referandûmê roja şemiyê biçe Bexdayê daku gotûbêjan bike û helwesta Bexdayê ji bo referandûmê zelal bike.

    Biryar e ku Sekreterya Encûmena Bilind a Referandûmê du projeyên xwe biweşîne; projeya mafên pêkhateyan û projeya din jî prensîpên giştî yên dewleta Kurdistana serbixwe. Ev jî dê berî 25ê 9ê 2017an bên weşandin.

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Serokê Amerîkayê: Ji bo Îranê min biryara xwe da
    Serokê Dewleta Çekyayê: Vexwendina Pûtîn bo min wekî xelatê ye
    Rojnameya îngîlîzî: Îmarat, Siûdî û Îsraîlê li ser piştgiriya Kurdistanê li hev kiriye
    Ji Iraq, Îran û Tirkiyeyê li hemberî referanduma Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar
    Merasîma Xelatên Apê Musa hat qedexekirin
    'Piraniya Reqayê hat kontrolkirin û DAIŞî xwe dikujin'
    Pûtîn serdana Tirkiyeyê dike
    Etîketan:
    Mesûd Barzanî, bexda, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de