20:01 18 Hezîran 2018
Alaya Kurdistanê

Civîna Encûmena Referandûmê û Barzanî dest pê kir

© AFP 2018 / SAFIN HAMED
Kurdistan
Lînkê kurt
Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
0 0 0

Civîna Encûmena Bilind a Referandûmê îro pêncşemê bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re li bajarokê Pîrmamê dest pê kir.

Medyaya Başûr ragihand ku di civîna îro ya Encûmena Bilind a Referandûmê de dê mijara birêkirina şandeke Herêma Kurdistanê bo Bexdayê were gotûbêjkirin û biryar li ser bihê dan.

Civîna îro ya Encûmena Bilind a Referandûmê di demekê de ye ku Wezareta Derve ya Amerîkayê îro di daxuyaniyekê de nerazîbûna tund a xwe li hember encamdana referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê nîşan da û daxwaza destpêkirina diyalogeke cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir.

Ji aliyê din ve, medyaya erebî ragihandibû Berdevê Fermî yê YNKê Sedî Ehmed Pîre gotiye, şandeyeke Herêma Kurdistanê dê sibe bigihêje Bexdayê daku referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê û têkiliyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj bikin.

Mijar:
Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

Bi heman mijarî:

Pêşmerge beriya referandûmê hêzên nû dişîne Kerkûkê
Meclisa Bilind a Referandûmê logoya dengê "erê" pesend kir
6 parlamentarên YNKê beşdarî civîna referandûmê nabin
Parlementoya Kurdistanê li ser referandûmê civiya
Parlamentoya Kurdistanê biryara referandûmê pesend kir
Serokwezîrê Tirk daxwaz ji Ebadî kir, li dijî referandûmê bi hev re kar bikin
Barzanî: ‘Dijayetiya biryara referandûmê binpêkirina prensîbên cîhanê ye’
Etîketan:
Amerîka, Bexda, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de