06:41 19 Sibat 2018
Zindî
    Referandûm - Kurdistan- Kurdistanê

    Şêwirmendê Barzanî: Em ji bo paşxistina referandûmê re amade ne

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 0 0

    Şêwirmendê Çapamenî yê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Kîfah Sîncarî ragihand ku eger çend misogerî bidin me, em ji bo paşxistina referandûmê amade ne.

    Sîncarî ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku Barzanî çend saet berê ji bo kesên ku dixwazin referandûm were paşxistin carek din pêşniyariya misogeriyê bo Herêma Kurdistanê xwest.

    ‘EGER MISOGERÎ BÊ DAYÎN, EM Ê DI 25Ê ÎLONÊ DE PÎROZBAHÎ BIKIN'

    Sîncarî got: "Eger misogerî bo rewşa niha bê dayîn, em ê referandûmê bo dîrokek din paş bixin û ji bo misogeriyan di 25ê Îlonê de dê şahiyan bikin."

    ‘DÊ RÊVEBERIYÊN NY, AMERÎKA Û IRAQ BIRYARÊ BIDIN'

    Sîncarî destnîşan kir ku ev biryar di deste Serokwezîrê Iraqê Haydar el Ebadî û rêveberyiyên Neteweyên Yekbûyî (NY) û Amerîkayê de ne.

    MISOGERIYÊN KU HERÊMA KURDISTANÊ DIXWAZIN ÇI NE?

    Sîncarî şertên Herêma Kurdistanê wiha rêz kir:

    "Li ser dîrokek bo referandûmê were lihevkirin û rêz li encamê were girtin, sînor bên diyarkirin, îstîşare li ser çavkaniyên avê bên kirin, li ser Kerkûk, Şengal û axên din ên nakok müzakere pêk werin."

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Rewşa dawî ya hilbijartinên Rojava çawa ye?
    ‘Serxwebûna Kurdistanê dê hevseng a Rojhilata Navîn biguherîne'
    Barzanî spasiya xelkê Silêmaniyê kir
    Ji 152 rojnamevan û nivîskaran belavoka serxwebûna Kurdistanê
    Rûsya ji bo HSDê Amerîkayê hişyar kir: Em ê li wan xin
    Etîketan:
    referandûm, Sputnik, Kîfah Sîncarî, Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de