10:13 22 Sibat 2018
Zindî
    Mehmet Alkış

    ‘Serxwebûna Kurdistanê dê hevseng a Rojhilata Navîn biguherîne'

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 20

    Akademîsyenê kurd û pisporê Rojhilata Navîn Mehmet Alkiş diyarkir ku serxwebûna Kurdistanê dê hevseng a Rojhilata Navîn biguherîne. Alkiş anî ziman ku bi taybetî Erebîstana Suûdî û dibe hinek dewletên beravê li hemberî Îranê piştgirî bidin. Tirkiye jî dê mijara têkiliyên aborî bide berçav.

    Akademîsyenê kurd û pisporê Rojhilata Navîn Mehmet Alkiş têkildarî referandûma serxwebûnê û encamên ku dê derxe holê ji Ajansa Spûtnîk Kurdistan re nirxand. Alkış dibêje ku di nava kurdan de, di warê sîyasî û derunî dê bandorên referandûmê hebin. Alkiş diyarkir ku heger dengê ‘Erê' zêdetir derkeve dê ji bo kurdan bibe sedema bixwebaweriyê û got: "Ev referadûma ku dê ragihandina îradeya gelê kurd nîşan bide dê ji bo kurdên Surî, Îran û Tirkiyê jî bibe hinceta motîvasyonek mezin. Encamên referandumê dê îmaja Mesûd Barzanî û PDKê jî xurt bike. Bi sedema ku Barzanî û PDK pêşengîya dewletek moderne dikin dê di dîroka kurdan de cihekî mezin bigire."

    ‘DÊ HEVSENG A ROJHILATA NAVİN BIGUHERÎNE'

    Alkiş têkildarî encamên sîyasî yên referandumê jî axivî û dîyarkir ku dê bandorek mezin li Kurdên Surî jî bike û wiha axivî: "Dewletek serbixwe dê hevseng a Rojhilata Navîn jî bigûherîne. Bi taybetî Erebîstana Suûdî û dibe hinek dewletên peravê li hemberî Îranê piştgirî bidin vê dewletê. İsrail jî ji bo ewlehîya xwe û sewqîyata petrolê dê piştgirî bide serxwebûna Kurdistanê. Ji bo Ewropa jî ya girîng pêşgirtina komên radîkal û ewlehîya sewqîyata petrolê ye. Her wiha ji bo Ewropa jî dewletek bi îstikrar û ewledar girînge. Ji ber wê jî piştgirî dan tekoşîna Herema Kurdistanê ya li hemberî DAIŞê û rewşek rewa derxist holê. Herema Kurdistanê jî bi vê rewa bûnê dixwaze di nava civaka navnetewî de cîh bigire. Ji bilî Brîtanya û Almanya Ewropa daxwaza serxwebûnê erenî dibîne.

    ‘TIRKİYE DÊ MIJARA ABORIYÊ BIDE BERÇAV'

    Alkiş helwesta Tirkiyeyê jî nirxand û wiha pê de çû: "Divî mijarî de hinek fikarên Tirkiyeyê hene. Di sala 2003an de jî Tirkiyê ev mijar weke xeta sor nişan dabu. Lê di salên ku derbas bu de di navbera Tirkiyê û Herema Kurdistanê de têkiliyên sîyasî û aborî gelek bi pêşketin. Têkiliyên bazirganiyê bi milyar dolaran tê îfade kirin. Li gorî hevseng a Rojhilata Navîn dewletek ku derkeve holê bikeve bin bandora Îranê, dê ji bo Tirkiyeyê ne tiştek erenî be. Dibe ku di axaftinan de li hember derketinek hebe, lê dema potansîyela aborî û jêderkên enerjiyê ya Herema Kurdistanê bidin berçav dê biryardar, karsaz û bazirganên Tirkiyê jî vê mijarê bibînin."

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Ahmet Turk: Di xeyala her Kurdî de Kurdistaneke serbixwe heye
    Rexistina terorîst ji ber referandumê Kurdistan tehdîd kir
    Ji Iraq, Îran û Tirkiyeyê li hemberî referanduma Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar
    Rojnameya îngîlîzî: Îmarat, Siûdî û Îsraîlê li ser piştgiriya Kurdistanê li hev kiriye
    Kurdistanê Tirkiye şermezar kir
    Etîketan:
    serxwbûn, referandûm, Sputnik, Mehmet Alkiş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de