03:35 19 Hezîran 2018
Barzanî ligel sê sekretêrên ENKSê civya

Barzanî spasiya xelkê Silêmaniyê kir

© AFP 2018 / Safin Hamed
Kurdistan
Lînkê kurt
Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
0 0 0

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo ku bi coş û girseyî tevlî karnavala piştgiriya referanduma serxwebûnê bûn spasiya xelkê bajarê Silêmaniyê kir.

Berpirsê Leqa PDKê yê Silêmaniyê Edhem Barzanî civîneke çapemenî li dar xist û di civînê de got: "Beşdarbûna xelkê Silêmaniyê bo referanduma serxwebûna Kurdistanê bersiveke herî mezin bû ji dijminên kurdan re."

Edhem Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duhî dema ji Silêmaniyê vegeriya Hewlêrê du caran bi telefonê li min geriya û got ‘xelkê Silêmaniyê bi coş û girseyî tevlî karnavala piştgiriya referanduma serxwebûnê bûn û li ser navê min spasiya wan bike'. Ez jî bi navbeynkariya we spasiya xelkê bajêr dikim."

Berpirsê PDKê yê Silêmaniyê Barzanî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Silêmanî bi coş û girseyî tevlî piştgiriya referandumê bûn û ev bersiveke mezin bû ji dijminên kurdan re. Ji xwe xelkê Silêmaniyê berî ku herin ser sindoqên referandumê bi coş û beşdariya xwe dengê ‘erê' avêtin sindoqên referandumê."

Mijar:
Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

Bi heman mijarî:

Kelecana referandûmê ya li Herêma Kurdistanê
Kurdên hewlêrê: Gava kurd biçin referandûmê, divê Qazî Mihemed û Şêx Seîd ji bîr nekin
Ahmet Turk: Di xeyala her Kurdî de Kurdistaneke serbixwe heye
Kurdistanê Tirkiye şermezar kir
Rojnameya îngîlîzî: Îmarat, Siûdî û Îsraîlê li ser piştgiriya Kurdistanê li hev kiriye
Etîketan:
Serokê Herêma Kurdistanê, Edhem Barzanî, Mesûd Barzanî, Silemanî, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de