11:39 22 Sibat 2018
Zindî
    Referandûm - Kurdistan- Kurdistanê

    Kurdên hewlêrê: Gava kurd biçin referandûmê, divê Qazî Mihemed û Şêx Seîd ji bîr nekin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 0 0

    Referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê ya ku tê pêşbînkirin 25ê vê mehê bi rê ve biçe, bûye sedema heycaneke mezin. Piraniya kurdan bi kêf û coşeke mezin her roj pîrozbahiyan li dar dixin. Pankart û afîşên bi kurdî, tirkî, erebî û ingilîzî li her kolan û her deverê hatina hilawistin û li ser wan "belê bo referandûmê" hatiye nivîsîn.

    Hikmet Durgun

    Referandûma 25ê Îlonê ya serxwebûna herêma Kurdistanê li paytextê herêma Kurdistanê li Hewlêrê kelecaneke mezin çêkiriye. Rewş li Hewlêrê wek ku cejn hebe li ser hemû navgîn, mal û dikanan alayên Kurdistanê hatine hilawistin û her ahnegên govend û muzîkê tên lidarxisitin.

    Berovajî ew nerînên di medyayê de belav dibêjin dibe referandûm betal bibe, ihtimala betalkirina referandûmê gelekî kêm dixuyê. Wiha diyar e ku Birêveberiya Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesûd Barzanî rijd e li ser biryara xwe û haya wan jê heye ku di vê qonaxê de betalkirina referandûmê dê hêviya gelî gelekî bişkîne û eger bi paş de bixin jî, gel dê bertekê bide wan.

    Bêguman ku heyecan herî zêde ya referandûma serxwebûnê li paytextê tê dîtin. Alaya Kurdistanê li her derê hatiye daleqandin. û afîş û pankartên bi zimanên kurdî, tirkî, erebî û ingilîzî hatine daliqandin. Herwiha wêneyên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî li ser gelek pankartan heye.

    Gelek ahengên pîrozbahiyê hema hema her rojê li hemû xalên bajarî danê şevê tên kirin.

    Spûtnîk li Hewlêrê nerîn û fikirên hewlêriyan pirsî.

    "EM TICARÎ NEHISIYANE KU EM IRAQÎ NE"

    Muhemed Bawerî yê 27 salî ji Spûtnîkê re ragihand ku ji ber referandûmê gelekî bi heyecan e û wiha dewam kir: "Ev çend sal in, em li hêviya referandûmê ne. Ew bi xwe referandûm dê berî çend salan pêk bihata lê ji ber êrîşên DAIŞê pêk nehat.Em wek kurd gelekî dixwazin ku referandûm pêk were. Ew mafê me ye. Em dixwazin bigihêjin serxwebûnê. Ev mafê me yê suriştî ye. Mezintirîn daxwaza me ew e ku dewleta Kurdistanê ya serbixwe ava bibe. Jixwe ji mêj ve me têkiliyên xwe bi Iraqê re birîne. Em pê nahisin ku em girêdayî dewleta Iraqê ne."

    "LI HER ÇAR PERÇEYÊN KURDISTANÊ KÊF Û ŞAHÎ HEYE"

    Hewlêriyê bi navê Geylana Biro yê 31 salî teqez dike ku dê ji bo serxwebûna Kurdistanê dê biçin referandûmê û wiha pê de çû: " Ez wek ciwanekî kurd dixwazin Kurdistana serbixwe bibînin û lê bijîn. Em gelekî bikêf in ku referandûm çêdibe. Heyecaneke mezin heye. Ne tenê li vê derê lê li her 4 perçeyên Kurdistanê kêf û coşeke mezin heye. Gava kurd diçin referandûmê, Qazî Muhemed, Şêx Seîf ên bidarvekirî û pêşengên xwe yên din ji bîr nekin.

    Welatiyên Hewlêrê
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Welatiyên Hewlêrê

    "EM NE NEÇAR IN BI IRAQÊ RE BIJÎN"

    Herwiha Kemkem Husên jî ji Spûtnîkê re axivî û diyar kir ku wek ku rewş wiha ye wek ku cejn li Hewlerê hebe û wiha got:"Wek hûn dibînin cejn e. Referandûm ji bo me bû moralekî gelekî baş. Ev bi dehan sal in ku kurd ji bo referandûmê têkoşîneke mezin didin. Di xewna her kurdî de serxwebûn heye. Kurd êdî naxwazin bi Iraqê re bijîn û ne neçar in bijînin. Em dixwazin bi Iraqê re û bi welatên din ên cîran re bi biratî bijîn. Kurd dê di referandûmê de bib^jein erê. Dengê erê dê nêzîkî 90% be".

    Welatiyên Hewlêrê
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Welatiyên Hewlêrê

    "EREB Û TURKMEN JÎ REFERANDÛMÊ DIXWAZIN"

    Behsem Ehsen teqez dike ku referandûm dê pêk were û wiha dibêje: "Gotegotên dibêjin referandûm dê betal bibin, derew in. Bi milyonan kurd û kurdên derveyî herêma Kurdistanê dixwazin referandûm çêbibe û di demên pêş de Kurdistana serbixwe bê avakirin. Herî zêde kurd referandûmê dixwazin lê hinek ereb, turkmen û kêmarên din jî dixwazin. Em her rojê ji bo referandûmê pîrozbahiyan dikin. Ji ber ji me re cihê şahiyê ye. Referandûm ji bo me li ser rêya serxwebûnê giringitrîn rê ye. Êdî dê veger ji vê rêyê tine be. Kurd êdî naxwazin komkujiyên Helebce û Enfalê werin serê. Naxwazin di bin zulm û fişarê de bijîn. Loma em dê biçin referandûmê û em ê bibêjin erê."

    Welatiyên Hewlêrê
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Welatiyên Hewlêrê

     

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Baydemir: Gelo dixwazin li Herêma Kurdistanê jî qeyûm werin tayînkirin
    Tirkiyeyê koçberên herêma Kurdistanê şandin Idlibê
    Serokê Herêma Kurdistanê daxwaza alîkariyê kir
    Konseya Ewlehî referanduma serxwebûn a Kurdistanê qebûl nekir
    Artêşa Tirkiyeyê li deriyê sînor ê Herêma Kurdistanê dest bi tetbîqata leşkerî kir
    Parlamentoya Kurdistanê bi tundî bersiva Malikî da: Îsraîl bi qasî te ereb nekuştine
    Herêma Kurdistanê û şirketa Rosneft a rûsî peyman îmze kirin
    Etîketan:
    Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de