18:50 15 Kanûn 2017
Zindî
    Çekdar

    Rexistina terorîst ji ber referandumê Kurdistan tehdîd kir

    © AP Photo/ Bilal Hussein
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rêxistina terorîst a DAIŞê vîdyoyek parvekir û ji ber piştgiriya Îsraîl û Amerîkayê gef li kurdan xwar û ragihand ku dê agirê wesayîtên bombekirî bajarên we bişewitînin.

    Li gorî nûçeya Rûdawê, rêxistina terorîst a DAIŞê bi vîdyoyekê gef li kurdan xwar û got: " Dewleta we, dewleta xelîfetiyê tenê ji bo parastina rûmet û rakirina stemkariya dijminên we li hember wan dijwarî û zehmetiyan li ber xwe dide."

    Milîtanê terorîst ê bi navê Ebû Sehîd Kurdî bi maske û rûgirtî, bi zaraveya soranî dibêje: "Em dixwazin hûn werin ser riya rast da ku neyên kuştin. Ji xwe bipirsin ka çima Amerîka û hevpeymanên wê bi vî awayî ji we razî ne. Ti caran gawir û cihû ji we razî nabin heta hûn ji ol û rêbaza xwe dûr nekevin."

    Di berdewamiya vîdyoyê de tê gotin: "Her roj Trump û Netanyahu peyamên xweş didin we. Vegerine ser koka xwe yê rast. Nebin mertalê destê dijminên Xweda. Heger hûn vê nekin, giliyê jî ji ti kesî nekin ku dema giloka agirê wesayîtên bombekirî di nava bajaran de we bişewitîne"

    Bi heman mijarî:

    Îran: Kurdistan cuda bibe, em ê dergehên sînorî bigirin
    Kurdistan: Welatiyên li herêmên Heşdî Şeibî di bin fişarê de ne
    Li bajarê Hanoverê konferansa aborî ya Kurdistan û Almanyayê
    ‘Kurdistan ji bo ti welatî nabe gef'
    ‘Me çawa Kurdistan parastiye emê sînorê dewleta wê jî biparêzin’
    Etîketan:
    Referanduma serxwebûna Kurdistanê, DAIŞ, Ebû Sehîd Kurdî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de