11:20 22 Sibat 2018
Zindî
    Hewlêr - Kurdistan

    Ji Iraq, Îran û Tirkiyeyê li hemberî referanduma Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Wezîrên Derve yên Iraq, Îran û Tirkiyeyê li bajarê New Yorka Amerîkayê li hemberî referanduma serxwebûna Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar weşandin.

    Wezîrên Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî, Wezîrê Derve yê Îranê Muhammed Cewad Zarîf û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu li bajarê New Yorka Amerîkayê civîneke sêalî li dar xistin û li hemberî referanduma serxwebûna Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar weşandin. Wezîran di daxuyaniya xwe de bangî Kurdistanê kir ku dev ji referandumê berdin û ragihandin ku wê referandum ti sûdê nede kurd û Herêma Kurdistanê.

    ‘TENÊ RÊ YEK HEYE EW JÎ DI ÇARÇOVEYA DESTÛRA BINGEHÎN A IRAQÊ DE DIYALOG E'

    Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku referanduma kut ê plankirin li Herêma Kurdistanê were lidarxistin li dijî Destûra Bingehîn a Iraqê ye û dibe li herêmê bibe sedema gengeşî û aloziyên nû. Hersê wezîr bangî Herêma Kurdistanê dikin ku dev ji lidarxistina referandumê berde û referandum wê ti sûdê nede kurd û Herêma Kurdistanê. Tenê rê yek heye ew jî di çarçoveya Destûra Bingehîn a Iraqê de diyalogeke erênî ye.

    Bi heman mijarî:

    Îran: Kurdistan cuda bibe, em ê dergehên sînorî bigirin
    Kurdistan: Welatiyên li herêmên Heşdî Şeibî di bin fişarê de ne
    Li bajarê Hanoverê konferansa aborî ya Kurdistan û Almanyayê
    ‘Kurdistan ji bo ti welatî nabe gef'
    ‘Me çawa Kurdistan parastiye emê sînorê dewleta wê jî biparêzin’
    Etîketan:
    Daxuyaniya Wezîrên Derve yên Îran, Irak û Tirkiyeyê, Referanduma serxwebûna Kurdistanê, Tirkiye, Iraq, Kurdistan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de