21:22 18 Sibat 2018
Zindî
    Əlində İsrail bayrağı tütmüş iraq kürdləri, 16 sentyabr 2017-ci il

    Rojnameya îngîlîzî: Îmarat, Siûdî û Îsraîlê li ser piştgiriya Kurdistanê li hev kiriye

    © AFP 2018/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20

    Rojnameya Timesê di raporteke xwe de ragihand ku Îmarat, Erebîstana Siûdî û Îsraîlê li hemberî zêdegavî û hegomaniya Îranê li hev kirine û dê piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bikin.

    Rojnameya Times a Îngîltereyê li ser referanduma serxwebûna Kurdistanê raportek amade kir. Rojname di raporta xwe de dibê Îmarat, Erebîstana Siûdî û Îsraîlê li ser piştgiriya referanduma serxwebûna Kurdistanê û ragihandina dewleta kurdî li hev kirine.

    Li gorî raporta Timesê Îmarat, Siûdî û Îsraîl ji bo zêdegavî û pêşgirtina hegomoniya Îranê li Rojhilata Navîn dê piştgiriya dewleta kurdî bikin.

    Herwiha malpera erebî ya ‘El Alem' ku malpereka îranî ye dibêje Îmaratê ji niha de diyar kiriye ku ew amade ye piştî ku dewleta Kurdistanê hat ragihandin hebûna wê qebûl bike. Wekî tê zanîn, heta niha tenê Îsraîl bi eşkere piştgiriya xwe ji bo dewleta Kurdistanê nîşan daye.

    Bi heman mijarî:

    Kurdistanê Tirkiye şermezar kir
    Bexda bi sedan milîsên Heşdî Şabî li sînorê Kurdistanê bi cih kir
    'Duyem mezintirîn şirketa amerîkî Chevronê piştî du salan bîra xwe li Kurdistanê kola'
    Barzanî pêvajoya serxwebûna Kurdistanê eşkere kir
    Barzanî: Gelek dewlet amade ne serxwebûna Kurdistanê nas bikin
    Etîketan:
    Rojnameya Times, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de