13:25 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Hikûmeta Herêma Kurdistanê

    Kurdistanê Tirkiye şermezar kir

    © Foto: Hikûmeta Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 27602

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bombebarana balafirên şer ên Tirkiyeyê ku êrişî herêma Behdînan kirin û di êrişê de 7 welatiyên kurd hatin kuştin Enqere şermezar kir.

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser êrişa Tirkiyeyê ku 7 welatiyên kurd bûne qurbanî belavokeke şermezariyê belav kir.

    Hikûmetê di daxuyaniya xwe de got: "Balafirên şer ên Tirkiyeyê li herêma Behdînan çend navçe bi giranî bomebarankirin û di encamê de 7 welatî şehîd bûn. Em wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê bombebarana balafirên şer ên Tirkiyeyê şermezar dikin ku bi sedema wê hejmarek welatiyên Kurdistanê şehîd bûn û daxwaz ji Tirkiyê dikin wê bombebaranê rawestîne û ziyanê negehîne welatiyên herêma Kurdistanê û cîrantiyê biparêzê."

    Dema ku, ew welatî bi mebesta karê xwe yê rojane serdana zevî û baxên xwe dikirin û bi behaneya hebûna baregehên PKK li wan deveran balafirên şer ên Tirkiyê ew navçe bombebarankirin û mixabin gelek welatiyên sivîl bûne qurbanî.

     

     

    Bi heman mijarî:

    TSKê bi balafiran operasyon li ser Qendîlê kir
    Balafiran êrîş kir: Bi kêmî 20 kesan can da
    Balafiran şaneke milîtanan bombebaran kir: Fermandarek jî di nav de 4 kuştî
    Balafiran herêma sivîl a Reqayê bombardiman kir: 43 kes mirin
    Balafiran nexweşxane bombebaran kir: 6 kuştî û 10 birîndar
    Etîketan:
    Balafirên Artêşa Tirkiyeyê, PKK, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de