18:12 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Milîsên Heşdî Şebî

    Bexda bi sedan milîsên Heşdî Şabî li sînorê Kurdistanê bi cih kir

    © AFP 2017/ Bülent Kılıç
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 52 0 0

    Hikûmeta Bexdayê hêzeke mezin a milîsên Heşdî Şabî li ser sînorê Herêma Kurdistanê û li Serbazgeha Kubra ya ku dikeve navbera her du bajarokên Seidiye û Gulaleyê bi cih kir.

    Li gorî çavkaniyên herêmî, fermandarê Fewca 1 a Lîwaya 3 a Bejayî ya Hêza Pêşmerge Eqîd Kawe Mehmûd di daxuyaniya xwe de got: "Heşdî Şabî hêzeke mezin aniye nava Serbazgeha Kubra. Ew hêz bi otubusên mezin ên 40 kesî hatine veguhastin û du otubus ji wan hêzan li gundê Mercanê hatine bicihkirin ku hemû ser bi hêza Seraya Xurasanê ne."

    Egîd Kawe Mehmûd di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hêzên din jî bo nava serbazgeha Kubra hatine veguhastin û li wê derê hatine bicihkirin. Li hember wê tevgera Heşdî Şabî û livandina hêzê, hêzên Pêşmerge ketine amadebaşiyê û bo her egerekê amade ne."

    Ji aliyê din ve berdevkê milîsên Heşdî Şabî Seydi Mecîd jî piştras kir ku wan hêz aniye deverê, lê bi gotina wî hatina hêzên wan asayî ye. Mecîd got: "Hêzên me bo rahênanê hatine û ti tirsek ji çêbûna şer nîne."

    Bi heman mijarî:

    Ji Barzanî derheqê Heşdî Şabî û plana alternatîv de daxuyaniyek girîng
    Kurdistan: Welatiyên li herêmên Heşdî Şeibî di bin fişarê de ne
    Heşdî Şebî dema operasyona kontrolkirina Hewîceyê ragihand
    Heşdî Şebî kontrolkirina nahiya Eyaziyeyê ragihand
    ‘Daxuyaniyên Heşdî Şebî puç in, ti hêz nikare referandumê asteng bike'
    Etîketan:
    Berdevkê Heşdî Şebî, Fermandarê Pêşmerge, Eqîd Kawe Mehmûd, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de