18:18 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Iraq, Amerîka

    Li Kerkûkê 1700 leşkerên Amerîkî têne bicihkirin

    © AFP 2017/ Ali al-Saadi
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Salih Turan
    0 22740

    Beriya referandûma 25ê Îlonê ya serxwebûna Herêma Kurdistanê, 1700 leşkerên Amerîkî li Kerkûkê têne bicihkirin.

    Li gor zanyariyên çavkaniyên Hêzên Pêşmerge îşev 20ê Îlonê hezar û 700 leşkerên Amerîkî diçin Kerkûkê û li xalên ewlekariya bajêr têne bicihkirin.

    Rojnamevan M. Salih Bedirxan ji Hewlêrê bo Spûtnîk Kurdistanê da xuyakirin, li gor zanyariyên çavkaniyên Hêzên Pêşmerge, ji bo parastina bajarê Kerkûkê li hemberî gefên Heşda Şebî û parastina binkeyên Amerîkî yên li herêmê, bi qasî 1700 leşkerên Amerîkî bo bajarê Kerkûkê têne veguhestin.

    LEŞKERÊN AMERÎKÎ JI HERÎRÊ DERBASÎ KERKÛKÊ DIBIN

    Li gor çavkaniyên Pêşmerge dê leşkerên Amerîkî ji bingeha leşkerî ya Herîrê derbasî Kerkûkê bibin.

    Rojnamevan Bedirxan li ser sedema şandina leşkerên Amerîkî bo Kerkûkê got, "Amerîkî dixwazin hem binkeyên xwe yên leşkerî yên li Herêma Kurdistanê biparêzin, hem jî li hemberî gefên Heşda Şebî û ji bo parastina Kerkûkê di dema referandûmê de bicih bikin."

    4 XWEKUJÊN DAIŞÊ ÊRÎŞÎ SERBAZGEHA AMERÎKÎ KIRIBÛ

    Hêjayî bîrxistinê ye, 4 xwekujên DAIŞê berî hefteyekê li gundê Qereç ê Mexmûrê êrîş biribûn ser serbazgeha leşkerên Amerîkî û ew êrîş ji aliyê leşkerên Amerîkî ve hatibû pûçkirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Helebce mîtinga ‘Belê ji bo Serxwebûnê’ tê lidarxistin
    '850 milîtan hatin kuştin, 3 leşkerên Rûsî birîndar bûn'
    Barzanî û Serokomar Mehsûm li ser şandeke Bexdayê li hev kirin
    Erdogan: Em ne teref in, destûra dewleta serbixwe nadin
    ENKSê ji bo hilbijartinên Rojava banga boykotê kir
    Barzanî û Hêro Xan li ser referandûmê axivîn
    Lavrov: Helwesta Amerîkayê ya dijî pêkanîna peymana nukleerî cihê fikarê ye
    Pêşveçûna HSDê dewam dike: 10 mezrik hatin kontrolkirin
    Serokê Komisyona Referandûmê: Her kes dê roja duşemê dengê xwe bide
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de