18:40 15 Kanûn 2017
Zindî
    mesûd barzanî

    Barzanî û Hêro Xan li ser referandûmê axivîn

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat zanîn ku di serdana îro 20ê Îlonê ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Silêmaniyê de, bi Hêro Îbrahîm Ehmed a hevjîna Celal Talebanî re li ser referandûmê gotûbêj hatiye kirin.

    Medyaya nêzîkî YNKê ragihand ku di hevdîtina Barzanî û Hêro Îbrahîm Ehmed de, derbarê rewşa Herêma Kurdistanê û encamdana referandûmê de gotûbêj hatiye kirin.

    Barzanî piştî çend hevdîtinên bi karbidestên YNKê û bajarê Silêmaniyê re, beşdarî ahenga mezin a Stadyûma Silêmaniyê ya bo piştgiriya referandûma serxwebûnê bûbû û li wir gotarek pêşkeşî sed hezaran kesan kiribû.

    Barzanî cara ewil di wê ahengê de, ragihand ku ew dê piştî referandûmê nexşerêyeke gotûbêjên bi Bexdayê re heta salek-du salan bidin ber xwe.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Helwesta Amerîkayê ya dijî pêkanîna peymana nukleerî cihê fikarê ye
    Pêşveçûna HSDê dewam dike: 10 mezrik hatin kontrolkirin
    Serokê Komisyona Referandûmê: Her kes dê roja duşemê dengê xwe bide
    'Duyem mezintirîn şirketa amerîkî Chevronê piştî du salan bîra xwe li Kurdistanê kola'
    Barzanî pêvajoya serxwebûna Kurdistanê eşkere kir
    ‘Ji rewşa niha Moskow û Washington kêfxweş nîn in'
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de