11:57 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Leşkerên Amerîkayê

    Amerîka ji bo ewlehiya referandumê hêzên xwe yên taybet şandin Kurdistanê

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 209 0 0

    Amerîka ji bo ewlehiya Herêma Kurdistanê ku bi referandumê amadehiya serxwebûnê dike amadehiya parastinê dike. Amerîka 650 hêzên taybet şandin Hewlêrê.

    Amerîka, Kerkûk jî di nav de amadehiyê dike ku hêzên xwe yên taybet bişîne herêmên bi nîqaş ên Kurdistanê. Li gorî nûçeya malpera Nêrînaazad, Amerîka 650 leşkerên xwe yên ku ji hêzên taybet pêk dihatin li Kerkûk, Mexmûr, Kesîk û Xurmatûyê bi cih dike. Leşkerên amerîkî wê di pêvajoya referandumê de ewlehiya herêmê bigrin û dibe hejmara van leşkeran bigihîje 3 hezaran.

    LI KERKÛKÊ ÇALAKIYÊN PROVEKATÎV

    Li gorî agahiyan Amerîka leşkerên xwe yên hêzên taybet li Baregeha Herîr a bajarê Hewlêrê dide sekinandin.

    ​Li Kerkûkê bûyerên provekatîv her roj zêdetir dibin û Heşdî Şabî jî milîsên xwe sewkî sînorê bajêr dike. Di bûyerên 3 rojên dawî yên Kerkûkê de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 13 kes jî birîndar bûn. Piştî ku milîsên Heşdî Şabî li sînorên bajêr bi cih bûn dê Amerîka jî di destpêkê de 300 leşkerî bişîne Kerkûkê.

    Bi heman mijarî:

    ‘Kerkûk Quds û dilê Kurdistanê ye û dê her wilo bimîne'
    Kosret Resûl: Dê Pêşmerge Kerkûk biparêze
    Parlamenterê AKPê: Biryara referandumê ne şaş e û Kerkûk di destê kurdan de be baştir e
    'Piştî referandûmê divê Kerkûk bibe xwediyê statuyeke taybet'
    Referandûm ji sedî 90 amade ye: Buroyên Mûsil, Kerkûk û Xaneqînê vedibin
    Etîketan:
    Amerîka hêzên xwe yên taybet şandin Kurdistanê, Referanduma serxwebûna Kurdistanê, Amerîka, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de