17:43 25 Gulan 2018
Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Barzanî: Gelek dewlet amade ne serxwebûna Kurdistanê nas bikin

© AP Photo / Alice Martins
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Ajansa Asayîş û Parastina Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku heke Kurdistan serxwebûnê îlan bike gelek welat hene dewleta Kurdistanê nas bikin.

Mesrûr Barzanî di axaftineke xwe ya bernameya televîzyona K24ê de got: "Li gorî nêrîna me niha baştirîn deme ji bo serxwebûna Kurdistanê û heke gelê Kurdistan biryara serxwebûna xwe bide, ez bawerin dê gelek welat li serxwebûna Kurdistanê mikur bên."

Wekî tê zanîn di 25ê Îlonê de referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê tê lidarxistin. di çend rojên derbasbûyî de gelek rêvebir, dîplomat û siyasetmedarê welatên cihanê ji bo paşxistin û betalkirina referandumê serdana herêmê kirin û daxwaz ji Serokê Kurdistanê kirin ku referandumê bi paş bixe, lê ji ber nebûna bedêleke baş û garantiya navneteweyî rêvebirin Kurdistanê ew daxwaz qebûl nekirin û ragihandin ku dê referandum di roja xwe de were lidarxistin.

Bi heman mijarî:

Encûmenê şertê paşxistina referandumê eşkere kir
Generalê Siûdî: Mafê kurdan heye dewleta xwe ava bikin
Kurdên bajarên Tirkiyeyê ji bo referanduma serxwebûnê berê xwe didin Kurdistanê
Enreqe wê li hemberî Kurdistanê çi mueyîdeyan pêk bîne?
Fermandarê îranî: Em ê Telavîv û Hayfayê bi erdê re bikin yek
Etîketan:
Serokê Ajansa Asayîş û Ewlehi ya Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, Hewlêr, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de